24 januari 2017

Parastina mafê mirovan û hevkariya giloverî

Dawiya heftê li hejmarek bajarên Emerîkayê xwepêşandanên girseyî bi navê ”Women’s March” hatin li darxistin. Ne tenê Emerîka, lê li Swêd, Elmanya, Fransa, Kanada, Portekîz, Efrîka Başûr, Holanda, Swîsre, Ingilîztan û gelek welatên din jî bi heman wext û armancê meşên mezin bûn. Nûnerên saziyên hevkar, di axavtinên xwe de bala raya giştî kişandin pêlkirina mafê jin û eqeliyetan li Emerîkayê û gelek dewletên din. Rejîmên zilmparêz bi tûndî rexne kirin.  

Meş ji hêla saziyên navnetewî ên mafê mirovan û hawirparêzan ve li 50 welatî hatibûn organîze kirin. Wan, 673 xwepêşandan li darxistin. Hevkarên wan li gelek bajaran bi hezaran çalakiyên bi vî rengî kirin.

Gelo, sedemên ku berê saziyên însanî dabû tevgerek e wiha hevbeş, mezin û giloverî çi bûn?

Beyanên Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser pirsê, di dilê parzêvanên mafê mirovan de endîşeyên mezin çandibû. Pêlkirina mafê mirovan li Emerîka û gelek welatên din, hişkiya li hemberî jinê, neteweperestiya bi şîdetê tê xwedîkirin û bêdengiya rejîman jî divê neyên jibîrkirin. Kin û kûrt, dewlet naxwazin pêlkirina mafê mirovan bibînin, gelek sozan didin lê tu guherînên emirdirêj nakin û bo berjewendiyên hevbeş mirovan dikin qûrban. Ev tev bûn sedem ku mirovahî li gelek deveran bi yek dengî nerazîbûna xwe bihênin zimên. Saziyên însanî li dijî zilmê, hevkarî û hêzek e giloverî gav bi gav biafirînin.

Bo parastina mafê mirovan, ji Donald Trump dixwazin ku gavên pêwîst bavêje. Çalakvan îşaretê pê bikin ku, dijî zilma li welatan didome dê bi yek dengî tevbigerin.
Saziya Efûyê a Navnetewî-AI yek ji wan piştgir û organîzatorê van meşan bû. Rola seroka AI liqê Swêdê Anna Lindenfors bo cîhanîna armancên çalakiyan, bi bandor e. Daxwiyaniya wê debarê pirsê gelek tiştan dibêje. Wiha axivî bû di meşa Stockholmê de:
”Emerîka serokê xwe ê nû diyar kir û bi encama hilbijartinê re cîhan ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Agahdariya di demek nêz de dê çi bibe, kêm e. Qonaxa nû dê li wir çi guherînan bihêne pê, çiqas bandorê li me û deverên din bike, zêde nayê zanîn. Gelek kes dikare bo siberojê bi endîşe û tirs be. Lê em dikarin di şûna vê de, ji bo baweriya xwe bitêkoşin û xwedî helwêst bin. Loma, em tev li vir civiya ne. Giring e em nîşan bidin ku, bêbiryariyê bi cîh dihêlin û em ê bi biryar hereket bikin. Armanca çalakiya me bo piştgiriya heman meşên li Emerîkayê ye. Ev meş, ji bo parastina mafê mirovan li tevayê cîhanê jî hatiye pê. Em bi yekîtî û çalakiyan dikarin bandorê bikin û gelek tiştan bihênin pê.”

Lindenfors rêvebiriya Emerîkayê derbarê mafê mirovan de rexne kir û nerazîbûna xwe bo pêvajoya dadgehkirinên li Guantanamoyê û girtiyên sucên xwe ne diyar anî zimên. Pêşeroja girtîgehê pirs kir. Li nexweşxaneyan, pirsgirêkên lênerîna jinên hemîle hejmart û xwest ku hejmara jinên dema welidandinê dimrin, kêm bibe. Jinên reşik çar car bêhtir dibin qûrban û dema hikumet bixwaze dikare vê rewşê bide guherîn. Rewşa penaberên meksîkî û kesên teqawît bûne pir xirab e, got. Çi kes nizane dê rewşa wan çawa bibe. Neteweperestiya polîsan û hişkiya li dijî reşikan jî pisgirêkek mezin e. Rîska şîdeta li dijî wan tê kirin, neh caran ji spiyan bêhtir e. Kûştinên bi destê polîsan dibin, li gorî welatên pêşketî, bilind e. Ji dehan yek kesê ji reşikên 30 salî di hefsê de ye. Ji ber sucên xwe, 6 milyon kesên emerîkî ji mafê dengdayînê mehrûm in.

Ne li Emerîka ne jî li welatên din, pêlkirina mafê mirovan nikare bê pejirandin. Loma bêyî ku hêviyên me qels bibin, divê ji bo azadî û wekheviyê xebatên piralî bibin, got û axaftina xwe wiha bi dawî anî:

”Hûn ji neteweperestiya bi zext û zilmkar gazinan dikin û endîşe ne? Nexwe divê hûn, li tevayê welatan ne ji bo beşek mirovan, lê ji bo mafên tevayê mirovên li wir dijîn, bixebitin û helwêsta xwe bo parastina mafê mirovan eşkere nîşan bidin. Divê ev yek li vir, Europayê û tevayê cîhanê bibe. Em tev dest bidine êkûdu, hêlên neyênî bidin guherîn, aliyê erênî bihêztir bikin û jiyana ku xeyal dikin ava bikin. Loma giring e ku em tev beşdarî van çalakiyan bibin û piştgiriya xwe nîşan bikin.”

Ez endamê hejmarek saziyên însanî me. Bi qasî dibînim û agehdariyên li ber desta nîşan didin dê hevkariya giloverî li hemberî zilmê mezintir bibe û ji bo ku emir dirêj be, gavên pêwîst tên avêtin. Wiha xuyanî dike ku, li dijî hêzên wê wijdan dê çalakiyên mezin ên giloverî li gelek deveran bihênin pê û em ê bibin şahidên vê pêşketinê…

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYAN


3 januari 2017

Nûnera Saziya Efûyê a Navnetewî Hedenborg: ”NY di mijara aştiyê de felc bûye”

Ji bo ku mirov aştiya navxweyî, a bi cîran û xelkên din re bihêne pê û jiyanek bi aram bijî divê giringiyê bide dialog û hevdîtinê. Rêz û hurmeta ji bawerî û çandên cewaz re û toleransa hevbeş, astengî û kelemên ser rê ji holê radike, lihevkirinê hêsantir dike.

Em hinekî li dora xwe temaşe bikin. Li ser sedemên bûyerên li Istanbulê, Suriyê, Sur û Şingalê kur bibin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane û malên bi erdê re bûne yek bihênin bîra xwe. Û wêneyên bi xwîn, cendekên bê can, dayikên çavşil û zarokên li pey kesên mirî mane, agir berdide dilê mirov. Ne tenê ew, lê bi wan re, nirxên ku însên dike mirov jî li ber nigan diçin.

Di eslê xwe de dewlet, ne tenê ji rêzgirtin û pêkanîna peymanên mafên mirovan mesûl e. Divê tevayên dewletan, di têkiliyên navnetewî de jî mafê mirovan raçav bikin û kêmasiyên hevdu rexne bikin. Li ser mijarê, rola Netewên Yekbûyî-NY mezin e.  

Dema dewlet û NY pirsê sist digrin, dengê nerazîbûna saziyên mafê mirovan bilind dibe. Parastina qûrbanên şer, jin û zarokan dihênin rojeva raya giştî û piştgiriyê dixwazin. Çalakvananên mafê mirovan dibin yek dil û yek deng ji bo fêmkirin û dermankirina dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine. Ji bo şer raweste, dialog û aştî were pê, xebatên cihê û cidî dikin.

Çend roj berê, 26 saziyên însanî ku di nav wan de Amnesty International-AI jî hebû, li meydana Mynt Torgeta Stockholmê, li dijî hişkiya hemberî jin û zarokên li Helebê, xwepêşandanek li dar xistin. Kurd, swêdî  û gelek xelkên din beşdarî çalakiyê bûn. Saziya Feministisk Insiyativ wêneyê min girt û belav kir. Nûnerên saziyan axavtinên bi wate kirin. Bala raya giştî kişandin ser bûyerên li herêmê rû didin, tadeya li jin û zarokan tên kirin. Dengê xwe birin NY û Yekîtiya Europayê-EU ku bê helwêst nemînin. Bê guman beyana berpirsa çapemeniya AI, Ami Hedeborgê bala gelek kesan kişand. Wiha got: NY-Konseya Ewlekariyê felcoyî bûye û nikare wezîfeya xwe ji bo pêkanîna aştiyê li Suriyê bi cîh bihêne. Pêwîst e Koma Giştî a Neteweyên Yekgirtî berpirsiyariya xwe bi cîh bihêne û dest deyne ser pirsê. Bang û analîza wê derbarê rewşa Konseya Ewlekariyê, gelek bi wate bû û agehdariyên sergirtî eşkere dikir. Hedenborgê, wiha domand:

”Em ji 2011 an ve dihênin zimên ku li herêmê, dijî sivîlan bi şêweyekî sîstematîk û zanîn êrîşan dihênin pê. Girtinên kêfî û îşkencekirina girtiyan zêdetir dibe. Bûyerên mirinê di girtîgeh û hefsan tên rojevê û şîdetek xirap li dijî xwepêşandanan dikin. Hişkî û gunehên dikin, dikeve beşa sucên li dijî însanetiyê. Me wê demê anî zimên û em niha jî dibêjin, divê sucdar bên girtin û Dadgeha Cezekirinê a Navnetewî di derheqa wan de biryarê bide.

Pir giring e ku, ji aliyên şer, kesên bi sucên li dijî însanetiyê û peymanên şer tên tawanbarkirin, bêne girtin û dadgehkirin. Hetanî ev yek nebe, gavên ji bo aştiyê ser nakevin û pêşketin nayên pê…

Wezîfeya bingehîn a Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî ew e ku aştiyê biparêze û li deverên şer heye, aştiyê paş ve bihêne. Lê mixabin, di demek wiha de ku, bi hevdu re û biryar tevbigerin, ji hêla bi cîhanîna wezîfeya xwe felc bûye. Kesên sivîl dikin hawar, alîkariyê dixwazin û em nikarin çavê xwe ji rastiya re bigrin û bê deng rawestin. Loma Amnesty daxwaz kir ku, di rewşek wiha de ku Konseya Ewlekariyê nikare kar bike, Koma Giştî a Netewên Yekgirtî dest deyne ser kar. Wezîfeya tevayê dewletan e ku, mirovên sivîl biparêze û şerê li Suriyê bi dawî bihêne.”

Weke tê zanîn, xebatên hiqûqa navnetewî, derbarê şerê çekdarî ji sala 1864 an ve, bi rêzepeymanên Cenewrê dest pê kiriye û bi a 1949 an formê xwe ê dawî girtiye. Di ser peymana yekem re 152 sal derbas bûn. Lê heyf û mixabine ku mirovên sivîl û bê guneh îro jî ji ber nijad, reng, bawerî, cewaziya cinsî û berjewendiyên aborî dibin qûrban, tevkûjî dihên rojevê. Dewlet, rêz û hurmetê ji soz û peymanên îmze kirine nagirin, hiqûqa navnetewî nanasin û binpê dikin.


Me sala 2016 an, bi êş û bûyerên nexweş derbas kir. Hêviyên pêşerojêk ronî, xweş û bi ewle mafê hemû kesan e. Di demek wiha de ku, siyaset xitimî ye û nikarin aştiyê bihênin pê, divê em hevkariya xwe bi saziyên însanî re xurt bikin. Piştgiriya saziyên serbixwe û bê teref ên însanî bikin ku, em bi hevre zextê deynin ser desthilatdaran, dengên xwe li dijî neheqiyan bilind bikin û gaziya dayikan guhdarî û derdê wan derman bikin. Ji bo pêçana birînên li Istanbul, Helep, Sur û Şingalê, pêwîst e hêz û dengê însanî bihêztir bibe. 



Analîz: Zarathustra Gabar


27 november 2015

KONFERANSA "PAK"Ê Û GIRINGIYA MUXALEFETA DEMOKRATÎK

Gelek caran di nivîs, civîn an sohbetên bi dostan re dihênim zimên ku; muxalefeta HDP ê ne tenê CHP û AKP ye. Dîtin û rexneyên AKP û CHP, ji awira hizirkirina bi turkî, balkêş in, ji bo fêmkirina Hikumeta Turkiyê û turka giring in. Lê ji hêla kurdayetiyê ve muxalefeta HDP ê, partiyên legal ên netewî ne. Rexne, nirxandin, dîtin û hîsên bi fikra kurdî şiklên xwe girtine; dikarin kêmasiyên siyasetê, sedemên bihêzbûn û têkçûnê, di çarçova berjewendiyên netewî de baştir formule bikin.

Em kesên bi mafê mirovan mijûl in û li derveyî siyasetê ne, lê siyaseta pêşketî, bi kalîte û pir rengîn li welêt xeyal dikin, dixwazin bi qasî HDP ê, muxalefeta demokratîk jî pêş bikeve.

Hebûna muxalefetê, mêzêna demokrasiyê û mafê mirovan e. Ji bo afirandina polîtîka zelal, tekûz û mafparêz, rolek e esasî dilîze. Neynik e. Hêzên netewî, rast û şaşîtî, bihêzbûn û qelsbûna xwe tê de dibînin. Motora pêşketinê ye. Dema kêmasiyên hêzên netewî zêde namînin, giranî dikeve aliyê kar û xebatê. Civat, ji hêla çand, ziman, perwerde û aborî û hwd pêş dikeve. Siyaset xwe bi nû dike û bersiva demê dide.

Muxalelefeta demokratîk a li bakurê welêt, brîndarê, nebûna mafên hiqûqî û demokratîk li Turkiyê û bi taybetî jî Cunta 12 Îlonê ye. Demek dirêj, ji ber qanûnên ne demokratîk û polîtîkayên şaş, xebata legal pêş neket. Qonaxa siyaseta legal têra xwe bi êş, girtin û tadeyî be jî, piştî 12 îlonê, rêya polîtîka legal hêdî hêdî vebû. Demek dirêj, siyaseta yek partî valabûna heye dagirt û kedek mezin da. Lê çend sal in partiyên cewaz ava bûne, kar û xebatê dikin. Weke fikir xurt bin jî, ji hêla aborî, medya, rêxistînî ûhwd ve kêmasiyên wan hene.

Li welat û derveyî welêt, ez, endam û rêvebirên HDP ê, şaredar û siyasetvanên nêzî wan dibînim. Em bi hev re sohbetê dikin. Wiha jî, diçim serdana partiyên din, siyasetvanên muxalîf re rûdinim, dîtinên wan guhdarî dikim û ji medyayê dişopînim.

Di vê çarçovê de, dawiya heftê çubûm civînek/ konferansek e giring. Serokê Giştî ê Partiya Azadiya Kurdistan-PAK ê Mustafa Özçelik, bi rêvebirên partiyê re li Kista Traff a Stockholmê bi civînek berfireh, kurdên Swêdê, li ser rewşa bakurê welêt, polîtîka hikumeta AKP ê, nêzîkbûna partiyên kurda li çaraseriya pirsa netewî û hevkariya hêzên kurda, ronî kir.

Serok Özçelik bi qasî 30 deqîqeyan axivî û derbarê Pêvajoya Çareseriyê, şerê îro di nav PKK û dewletê de didome, polîtîka dewletê û pêlkirina mafê mirovan li herêmê, dîtina xwe anî zimên. Li ser pêşketin û destketinên li başur û rojavayê welêt, nêzîkbûna PAK ê anî zimên. Bersiva gelek pirsa da.

Di axavtina wî de du (2) niqteyên giring bala min kişand.

Qala du niqte, du qelsî û du şaşîtiyên bi salan e didome kir ku, dawî li wan nayê, perspektîvên hene birînê derman nakin û rê li ber mezinbûna muxalefeta xwedî tecrûbe digrin û nahêlin siyaseta bi kalîte a netewî şîn bibe. Birêz Özçelik bi cesaret û zanabûn nêzî herdu pirsa bû û çaraseriyên mantiqî pêşniyaz dikir. Wiha digot:

-”Li bakurê welêt, hejmarek hêzên legal weke fikir nêzî hev, hene. Bi salan e pêwîstiya platformekê ku partiyan nêzî hev bike, hebû. Niha platformek wiha ava bûye. Gelek partî tê de cîh digrin. Platform, bi hêz dibe. Bi armanca, lihev nêzîkbûn, yekîtî an jî hevkariyê, hevdîtinên me didomin. Têkiliya platformê, bi hêzên ji ber sedemên cewaz, li derveyî platformê mane, didome. Hêviya me ew e ku, em karîbin bêhtir nêzîkî êkudu bibin û nakokiyên li pêşiya yekîtî û hevkariyê hene, niqaş bikin û ji holê rakin.”

Birêz Özçelik ji bo niqteya duwê wiha axivî:

-”Di siyaseta netewî de, nêzîkbûnek ji dil li ekudû, pêwîst e. Partiyên legal, ên di platforma me de, an ên li derveyî wê xebatê dikin, em tev, divê têkilî û hevkariya navxweyî xurtir bikin. Biratî û dostaniyê esas bigrin. Bi ruh û fikra kurdayetiyê, rexneyên erênî li hev bikin. Diyalogên me, rê ji bo pêşketinê vekin. Em dijîtiya hev nekin…”

ENCAM

Rast e, nebûna demokrasiyê û 12 îlonê muxalafeta demokratîk a Kurd êşand. Lê muxalefeta heye, ji hêla çand, ziman, edebiyat, têkiliyên navnetewî û siyasetê ve xwe pêş xist. Ji dîtin û helwêsta kesên mîna Özçelik xuyanî dike ku, ew ê bi rexneyên dostanî, pêşniyaz, hevdîtin û hevkariyê, cihê heq kirine bigrin. Mezin bibin. Siyaseta bi kalîte bihênin rojeva me.

Bi saya hêzên legal û polîtîka profesyonel wê girikiya polîtîkayê kêmtir, programên partiyan zelaltir û xurtir bibe û ev ê rê ji namzêtên kêrhatî û jîrektir re veke. 23-11-2015

Zarathustra Gabar ÇIYAN
Rojnamevan- Nivîskar
Kordînatorê Eurokurd News- Ofîsa dokumentasyonên mafê mirovan


21 september 2015

Girtina Abdullah Demirbaş

Şaredarê Surê ê berê Abdullah Demirbaş di 9 ê Tebaxê de carek din hate girtin. Suc û gunehê wî ne diyar e. Qala spekulasyon û îdîayan tê kirin. Ji ber îdîayên derbarê avakirina bînahiyan di hepsê de ye. Şik û şuphe hene. Wiha xuyanî dike ku, ji bo dozgêr, ispat û delîl, nirxên xwe tune ye. Li gorî şik û îdîayên hinek kesan, Demirbaş di hundir de ye.

Îdîa û şupheyên li dijî wî dibin û tên gotin, ne nû ne. Di dawiya 2009 an de dîsa bi îdîayên guhertî hatibû girtin. Dîsa îdîa, şik û şuphe hebûn. Paşê, di gulana 2010 an de hatibû berdan.

Demirbaş, demek dirêj e nexweş e. ”Ven Tromboz” lê giran bûye û tedawiya nexweşiyê di şertê hepsê de ne mumkûn e. Rêvebirên hikumetê û dozgêr, rewşa wî zanin.

Di girtina 2009 de, di hespê de siheta Demirbaş xiraptir bibû û rakirin nexweşxanê. Piştî tedawiyek demî, dîsa avêtin hepsê. Nexweşiya wî lê girantir bû. Lê bêdengiya wezareta edaletê didomiya. Hiqûqa navxweyî û peymanên însanî, ji dewletê, tedawiya mirovên nexweş daxwaz dike. Nexweşiyên giran ku tedawiya dirêj û pisporiyê dixwaze, pêwîst e li nexweşxanê bibin. Lê ne hiqûq û ne jî peymanên însanî, wê demê, zêde ne balkêş bûn.

Kampanya netewî û navnetewî li dijî biryar û helwêsta ne însanî dest pê kir. Pirs çû ber destê serokwezîr û serokomarê Turkiyê. Wê demê, min û çend kesan, di çarçoveya mafê mirovan de, kampanya ji bo ”AZADIYA DEMIRBAŞ” rêve dibir. Ez çend caran çûm Amedê û parêzgêrên Demirbaş re rûniştim. Li ser rewşa sihet û daweya wî agehdarî girt. Di wergêra raporan bi çend zimanan, organîzekirina şandina wan, bo parlamantoyê gelek welatan, Yekîtiya Europayê û saziyên mafê mirovan re, wezîfedar bûm. Me xwe gehand gelek saziyên cewaz, hejmarek bilind şexsiyetên giring piştgirî dan kampanya me. Roj bi roj em zêdetir bûn û dengê nerazîbûnê, bi formê zext û mesajan giha hikumeta Turkiyê. Cezeyê hepsa jê re dihate xwestin, pir bû û nedihat fêmkirin û pejirandin. Girêdana biryarên dadgehê, ji hiquqê bêhtir, bi siyasetê hebû.

Hikumeta Turkiyê, rewşa siheta wî ji nû ve nirxand. Biryara bi edalet hate dayîn û Demirbaş di gulana 2010 an hate berdan. Piştî berdanê, ez çûm serdana wî. Li Şaredariya Surê, çaya Demirbaş vexwar. Siheta wî pirsî. Awuqatên wî dît û ez bi wan re axivîm.

Paşê, derbarê nexweşiya Demirbaş hinek doktorên Swêdê, qala derman û cerbinadinên nû kiribûn. Min ji Demirbaş re got. Lê hate fêmkirin ku, neheqiya li Demirbaş, bi dawî nehatibû. Belê ew azad bibû, lê qedexeya derketina wî a derveyî welêt didomiya.

Rê li ber tedawiya wî a derveyî welêt dihate girtin û biryara dadgehê, jiyana wî dixist xeterê. Şik û îdîayên dadgehê, ji jiyana Demirbaş giringtir bû. Lê ji bo me, kesên bi mafê mirovan mijûl in, erzankirina jiyana mirovan ewqasî ne hêsan bû.

Pêwîst bû qedexeya derketina Demirbaş a derveyî welêt, bi dawî bihata.

Kampanya ji bo AZADIYA DEMIRBAŞ bê westan, ji nû ve bi awayek pir xurtir dest pê kir. Ji bo biryara qedexeya derketina derveyî welêt bê hilweşandin, hewildanên mezin hatin plan kirin. Hinek rojan 8 saet bi wergêr û têkiliyên navnetewî derbas dibû. Bêhiqûqiya di şexsê Demirbaş de didomiya, li gelek kesên din jî dihate kirin. Lewra şikandina vê helwêsta şaş, şert bû. Şikandina wê, ji bo pêşketina demokrasiyê û rêzgirtina mafê mirovan giring bû. Ne tenê wezîrê edaletê, serokwezîr û serokomarê Turkiyê jî li ser pirsê hate agehdarkirin. Ji raya giştî hate xwestin ku zexta li ser rêvebirên dewletê zêdetir bikin.

Guhertina biryarê ne hêsan bû. Lê bi komîte, sazî û şexsiyetên cewaz re, pêla me mezintir dibû. Hikumetê cidîyeta gazinên dibin cidî girt û dadgehê carek din li dawê nêrî. Qedexeya derketina derveyî welêt, di adara 2012 an de rabû.

Serkevtin, para demokrasiyê bû. Spas, ji kesên piştgir, saziyên em fêm kirin, berpirsên biryarên rast dan û kedkarên kampanya me re.

Belê, Abdullah Demirbaş carek din avêtin hespê. Mirovekî nexweş, pêwîstiya xwe bi tedawiyê heye. Demirbaş, di şûna nexweşxanê, niha di hepsê de ye. Ji suc û ispatan bêhtir, qala îdîa û şupheyan tê kirin.

Ji ber dîtinên polîtîk, Serokomarê niha ê Turkiyê Erdogan jî di nav de, gelek kesan êş kişandine. Bi şik û îdîayan xistine hepsê. Bûne mehkûm û qûrbanên fikrê xwe.

Bi baweriya min, dema wê hatiye ku Turkiyê xwe bi nû bike. Kesên polîtîk ji ber fikrên xwe neyên girtin û kûştina mirovên ronakbîr û siyasetmedar di zindanan de bi dawî were.

Abdullah Demirbaş nexweş e. Nexweşiya wî giran e. Divê li nexweşxanê tedawî bibe. Îdîa û şikên ji wî tê kirin dikare bêyî girtin û hepiskirina wî bidome.

Hepiskirina kesên nexweş, bi şik û îdîayan, ji hêla hiqûqî ve eybek mezin e. Wextê wê hatiye ku li Turkiyê, helwêstên wiha paşdemayî, bi dawî werin. 20/ 09/2015

Zarathustra Gabar ÇIYAN
Kordînator
Eurokurd News- Ofîsa Dokumentasyonê a Mafê Mirovan

9 september 2015

Parlamenterê Sosyal Demokratên Swêdê Serkan Köse: Em ji bo aştî û çareseriyê amade ne navbêrkariyê bikin

Têkiliyên nav Swêd û Turkiyê baş in. Swêdî, bi taybetî piştgiriya endametiya Turkiyê a Yekîtiya Europayê- YE eşkere dikin. Swêd yek ji wan welatan e ku ji bo vê yekê eşkere dixebite. Polîtîka Swêdî a netewî ye, hinekî.

Hikumeta berê di serokatiya partiya Moderatan (M), piştgiriya endametiya Turkiyê dikirin. Wezîrê Derve ê wê demê Carl Bildt, piştgiriya xwe eşkere dihanî zimên. Hikumeta nû, Sosyal Demokratên Swêdê jî, heman siyasetê didomînin. 20 tebaxê, hevserokê HDP ê Selahattin Demirtaş vexwendiyê Navenda Navnetewî a Olof Palme hatibû Swêdê. Wî û Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom piştî hevdîtinê derketin pêşberî çapemeniyê. Wallstrom, ji Turkiyê û PKK ê xwestibû ku, agirbestek e nû îlan bikin. Wê xwest, Pêvajoya Çareseriyê ji devera maye bidome. Di beyana wê de, beşek giring dabû têkiliyên nav herdu welatan û nîşandana piştgiriya endametiya Turkiyê a YE. Mirovan, beyana wê wiha nirxand:

Swêd, weke hercar, parastina mafê mirovan giring digre. Dixwaze pirsgirêka Kurd bi riya aştî û diyalogê çareser bibe. Lê bi berdewamî piştgiriya endametiya Turkiyê a YE dike.
Bê guman e ku Swêd, ji bo pirsên çaraseriya nakokiyên siyasî û aştîxwaziyê welatek xwedî tecrube ye. Ji hêla navbêrkariyê jî têra xwe serkevtî ne.

Du sal in, qonaxa çaraseriyê, rê li ber kûştinê girtibû. Xebatên li ser edebiyat û zimanê Kurdî berepêş diçû. Di demek wiha ku kurd li xebatên legal sor dibûn û hêviyên aştiyê xurt bibûn, şer carek e din dest pê kir. Lewra, serdana hevserokê HDP ê li Swêdê û axaftina Wallstrom, mijara rola Swêdê di nav PKK û dewletê de, binû kir. Piştî vegera Demirtaş bi çend rojan, heyetek ji Sosyal Demokratên Swêdê û rêvebiriya Navenda Olof Palme Center çûn Amedê û paşê bi rêvebirên CHP, HDP û AKP ê re li hev civiyan. Gera dawiyê, heviya navbêrkariya Swêd ji bo aştiyê xurtir kir.

Ji bo ku em karîbin pirsê ronî bikin û agehdariyên derbarê wê, ji Sosyal demokratan bistînin, me bi parlamenterê Swêdê Serkan Köse re qise kir. Köse, pisporê ’bêkariya ciwanan û peydekarina kar’ e. Her wiha nûnertiya Sosyal Demokratan li ser pirsa ’mafê mirovan’ jî dike. Ew, bi heyeta Sosyal demokratan re bû û derbarê gera xwe li Turkiyê û hevdîtinên bi kurd û turka re, agehdariyên giring dane me. Em hevpeyvîna pê re pêşkêşî we dikin.

Serkan Köse kî ye?
Serkan Köse:
Ez li herêma Anadoliya Navîn ku bêhtir kurd lê dijîn, Yeniceoba bi ser bajarê Konyayê ve ye, hatime dinyê. Di 10 salî, bi malbata xwe re hatim Swêdê. Ji wê demê heta niha li şaredariya Botkyrkayê ku bêhtir biyanî li wir bi cîh bûne, dijîm. Min, piştî xwendina lîseyê, li Zanîngeha Stockholmê Fakulteya Zaniyariya Siyasî û aborî xwend û li ser zaniyariya siyasetê û iqtîsadê, mastera xwe da.

Bi rêzê, di nav liqa jinên Sosyal demokratan, şêwirmendiya çapemeniya sendîqeya Kommunal (karkerên şaredariyan), a Handelsê (Karkerên sendîqeya tîcarî) kir. Du salan rêbebirê ABF (saziya perwerdeya karkeran) li Botkyrka û Salemê bûm. Ji miha 9 an de, parlamenter im. Li parlemanetoyê, du komîsyonan de wezîfedar im: Komîsyona Kar, mesûlê bêkariya ciwanan. Komîsyona Karê Derve de, nûnerê partiya xwe a mafê mirovan dikim. Ji bilî karê parlamentoyê, endamê meclîsa şaredariya Botkyrkayê me û rêvebiriya wê de me. Ji 2011 de, serokê Sosyal Demokratan li herêma Botkyrkayê û 2013 de, di rêvebiriya Sosyal Demokratan a bajêr de me.

Weke tê dîtin li sernavê partiya xwe, wezîfeyên minî şaredarî, herêmî û netewî hene. Kar gelek e. Dixwazim, layiqî kesên dengên xwe dane min, bim û di xizmetên xwe de, vê yekê bi wan bidim hîs kirin û nîşandan.

Berî niha, hevserokê HDP Selahattin Demirtaş, vexwendiyê Navenda Navnetewî a Olof Palme, hat Swêdê. Bi hejmarek rêvebir û berpirsiyên siyasî hevdîtin hatin pê. Bi Wezîra Karê Derve re rûnişt. Dîtinên Demirtaş derbarê agirbest û aştiyê tesîrek çawa li Sosyal demokratan kir?
Serkan Köse:
Hatina Selahattin Demirtaş a Swêdê, peyamên wî derbarê aştiyê, ji bo min û partiya min gelekî giring e. Ji bo ku li Turkiye rewşa baştir bibe, şer raweste, serdana wî û mesajên hatine dayîn, gelekî bi nirx in.

Divê ez bêjim ku, peyama Demirtaş û hikumeta me li ser pirsê pir eşkere ye: Divê yekser agirbest bê îlankirin û herdu alî vegerin ser maseya hevdîtinê, pêvajoya çareseriyê bidome.
Em dixwazin pirsgirêka Kurd, ne bi çek, lê di rewşek azad û demokratîk de bê niqaşkirin û çareserkirin. Em pê bawer in ku, Demirtaş û partiya wî HDP li ser vê pirsê samîmî ne û ji bo aştiyê dixebitin. Ev yek wê têkiliyên me bi HDP ê re xurtir bike. Em ê hetanî dawiyê, piştgirê her kes û gavên aştîxwaz bin.

Berî bi demekî pir kin, tu jî di nav de, hejmarek parlementer û rêvebirên Sosyal Demokratên Swêdê û Navenda Olof Palme, çûn Turkiyê û bi CHP, HDP û AKP ê re rûniştin. Paşê bi hejmarek saziyên li Kurdistanê û şaredariya Amed ê re, hevdîtin hatin pê.  Armanca gera we çi bû? Hûn bi kî re rûniştin? Çi mijar hatin niqaşkirin?
Serkan Köse:
Weke te jî qal kir, me bi rêvebirên navendî ên partiya CHP, HDP û AKP re hevdîtin anîne pê. Sê armancê gera me hebû:

Yek, herin serdana partiyên ku em wan bira binav dikin û nêzî me ne, CHP û HDP ê û têkiliyên xwe bi wan re bi nû bikin. Di heman demê de, bi hêza AKP ê ku iqtîdar in, rûnin. Dîtina wan derbarê pêşketinên dawî li welêt, guhdarî bikin. Li ser pêvajoya çareseriyê û buyerên rû didin, dîtin û endîşeyên xwe bihênin zimên.

Du, em çûn Amedê. Bi hejmarek saziyên civakî re hevdîtinên me bûn. Me li fikrên wan derbarê, pêvajoya çaraseriyê û bûyerên dawiyê dibin, guhdarî kir. Her wiha, xurtkirina têkiliyan bi saziyên cewaz re, ji bo me giring bû. Em çûn serdana Yekîtiya Baroyên Amedê, IHD ê, KJA  yê, Hevşaredara Amedê Gulten Kişanak û Hevserokê DTK ê Hatip Dicle.
Di heman demê de, me ziyareta kampa “Ezdiyên Şengalê” li Amedê kir. Weke tê zanîn, berî bi salekê, bi êrîşa Daeşê re, hejmarek mezin ji Ezdiyan bê navûav li çiya man. Paşê bi vekirina xetek e taybetî, derbasî Zaxoyê û aliyê din ê sînor bûn. Serdan, ji bo fêmkirina rewşa Ezdiyan û dijwariyên jiyanê, giring bû. Şaredarî alîkariya ji destê wê tê dikin, lê rewşa wan zêde ne baş e. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Sê, me xwest, em eşkere bêjin herdu aliyan û rêvebirên welêt, gelo em çiqasî dikarin ji bo pêkanîna aştiyê rolê bilîzîn.

Kin û kurt, hevdîtinên me tev, bi sûd û erênî derbas bûn. Pêşerojê, em ê li ser esasê van hevdîtinan kurtir bibin. Em dixwazin li ser vê bingehê, xebat û hevkariya xwe xurtir bikin.

Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom, banga agirbestê kir. Ji PKK û dewletê xwest ku, carek e din ji bo çareseriyê li hev rûnin.
Hûn çûn Turkiyê, bi rêvebirên hikumetê û partiya li iqtîdarê AKP re rûniştin. Paşê hevdîtinên we bi hêzên muxalîf re jî hatin pê. Bi qasî we ji wan fêm kir, destpêkek nû ji bo qonaxa aştiyê çiqasî mûmkûn e?
Serkan Köse:
Kesên em bi wan re rûniştin, li ser îlankirina agirbestek e nû hemfikir bûn. Şer ne çareseriye, divê şer rawest e, digotin. Ji me re hate gotin ku, em jî dikarin rolekê bistînin. Dema rola me were rojevê, ew ê piştgiriyê pêşkêşî me bikin.

Mirov dikare helwêsta xelkê wiha şirove bike: Gel, şer naxwaze. Pêwîst e di rewşek aram de, niqaşa pirsê bibe û çaraserî bi riya hevdîtinan bêne peydekirin. Lê beşek mezin ji xelkê pê bawer e ku, dewleta Turkiyê mesuliyeta xwe bi cî nahêne û riyên çareseriyê dixitimîne. Bi giştî, hêviya aştiyê û daxwaziya lihevrûniştina herdu aliyan, di nava xelkê de xurt e. Nêzîkbûna wan, ji hêla me ve jî erênî hate pêşwazîkirin.

Di demek kin de, çawa dikare aştî were pê, hevdîtina dewlet û PKK ê dest pê bike? Li Turkiyê û Kurdistanê hêviyên aştîxwazan, ji Sosyal Demokratên Swêdê ji bo navbêrkariyê, mezin e. Li ser pirsê dîtina te çiye?
Serkan Köse: Divê di demek kin de agirbest îlan bibe. Pir giring e ku xelk, kesên li dijî şer, ji bo rawestandina şer û çaraseriya bi riyên aştî û demokrasiyê, zextên xwe li ser herdu aliyan, PKK û dewletê, zêdetir û girantir bikin.  

Weke ku min qal kir, dema ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê rol bikeve ser milê me, xwestinek bi vî rengî hebe, em amade ne kar bikin, çi ji destê me bê, em ê bi cîh bihênin. Ji xwe, me dîtina xwe li ser pirsê, eşkere ji tevayê partiyan re anî zimên. Dema herdu alî, ji bo aştiyê bixwazin em rola xwe bilîzin, em ji bo xebatê amade ne.

Ez dixwazim dîtina xwe dubare bikim:

Divê pirsa Kurd ne bi çeka, lê bi riyên demokrasiyê çareser bibe. Em, alîkar û piştgirê aştiyê ne. Tenê bila şer raweste, mirov neyên kûştin, teqîna çekan bi dawî were û pêvajoya çaraseriyê ji devera maye, ji nû ve bidome, çi bikeve ser milê me, em ê bi cîh bihênin. 

Hevpeyvîn: Z. Gabar ÇIYAN