21 september 2015

Girtina Abdullah Demirbaş

Şaredarê Surê ê berê Abdullah Demirbaş di 9 ê Tebaxê de carek din hate girtin. Suc û gunehê wî ne diyar e. Qala spekulasyon û îdîayan tê kirin. Ji ber îdîayên derbarê avakirina bînahiyan di hepsê de ye. Şik û şuphe hene. Wiha xuyanî dike ku, ji bo dozgêr, ispat û delîl, nirxên xwe tune ye. Li gorî şik û îdîayên hinek kesan, Demirbaş di hundir de ye.

Îdîa û şupheyên li dijî wî dibin û tên gotin, ne nû ne. Di dawiya 2009 an de dîsa bi îdîayên guhertî hatibû girtin. Dîsa îdîa, şik û şuphe hebûn. Paşê, di gulana 2010 an de hatibû berdan.

Demirbaş, demek dirêj e nexweş e. ”Ven Tromboz” lê giran bûye û tedawiya nexweşiyê di şertê hepsê de ne mumkûn e. Rêvebirên hikumetê û dozgêr, rewşa wî zanin.

Di girtina 2009 de, di hespê de siheta Demirbaş xiraptir bibû û rakirin nexweşxanê. Piştî tedawiyek demî, dîsa avêtin hepsê. Nexweşiya wî lê girantir bû. Lê bêdengiya wezareta edaletê didomiya. Hiqûqa navxweyî û peymanên însanî, ji dewletê, tedawiya mirovên nexweş daxwaz dike. Nexweşiyên giran ku tedawiya dirêj û pisporiyê dixwaze, pêwîst e li nexweşxanê bibin. Lê ne hiqûq û ne jî peymanên însanî, wê demê, zêde ne balkêş bûn.

Kampanya netewî û navnetewî li dijî biryar û helwêsta ne însanî dest pê kir. Pirs çû ber destê serokwezîr û serokomarê Turkiyê. Wê demê, min û çend kesan, di çarçoveya mafê mirovan de, kampanya ji bo ”AZADIYA DEMIRBAŞ” rêve dibir. Ez çend caran çûm Amedê û parêzgêrên Demirbaş re rûniştim. Li ser rewşa sihet û daweya wî agehdarî girt. Di wergêra raporan bi çend zimanan, organîzekirina şandina wan, bo parlamantoyê gelek welatan, Yekîtiya Europayê û saziyên mafê mirovan re, wezîfedar bûm. Me xwe gehand gelek saziyên cewaz, hejmarek bilind şexsiyetên giring piştgirî dan kampanya me. Roj bi roj em zêdetir bûn û dengê nerazîbûnê, bi formê zext û mesajan giha hikumeta Turkiyê. Cezeyê hepsa jê re dihate xwestin, pir bû û nedihat fêmkirin û pejirandin. Girêdana biryarên dadgehê, ji hiquqê bêhtir, bi siyasetê hebû.

Hikumeta Turkiyê, rewşa siheta wî ji nû ve nirxand. Biryara bi edalet hate dayîn û Demirbaş di gulana 2010 an hate berdan. Piştî berdanê, ez çûm serdana wî. Li Şaredariya Surê, çaya Demirbaş vexwar. Siheta wî pirsî. Awuqatên wî dît û ez bi wan re axivîm.

Paşê, derbarê nexweşiya Demirbaş hinek doktorên Swêdê, qala derman û cerbinadinên nû kiribûn. Min ji Demirbaş re got. Lê hate fêmkirin ku, neheqiya li Demirbaş, bi dawî nehatibû. Belê ew azad bibû, lê qedexeya derketina wî a derveyî welêt didomiya.

Rê li ber tedawiya wî a derveyî welêt dihate girtin û biryara dadgehê, jiyana wî dixist xeterê. Şik û îdîayên dadgehê, ji jiyana Demirbaş giringtir bû. Lê ji bo me, kesên bi mafê mirovan mijûl in, erzankirina jiyana mirovan ewqasî ne hêsan bû.

Pêwîst bû qedexeya derketina Demirbaş a derveyî welêt, bi dawî bihata.

Kampanya ji bo AZADIYA DEMIRBAŞ bê westan, ji nû ve bi awayek pir xurtir dest pê kir. Ji bo biryara qedexeya derketina derveyî welêt bê hilweşandin, hewildanên mezin hatin plan kirin. Hinek rojan 8 saet bi wergêr û têkiliyên navnetewî derbas dibû. Bêhiqûqiya di şexsê Demirbaş de didomiya, li gelek kesên din jî dihate kirin. Lewra şikandina vê helwêsta şaş, şert bû. Şikandina wê, ji bo pêşketina demokrasiyê û rêzgirtina mafê mirovan giring bû. Ne tenê wezîrê edaletê, serokwezîr û serokomarê Turkiyê jî li ser pirsê hate agehdarkirin. Ji raya giştî hate xwestin ku zexta li ser rêvebirên dewletê zêdetir bikin.

Guhertina biryarê ne hêsan bû. Lê bi komîte, sazî û şexsiyetên cewaz re, pêla me mezintir dibû. Hikumetê cidîyeta gazinên dibin cidî girt û dadgehê carek din li dawê nêrî. Qedexeya derketina derveyî welêt, di adara 2012 an de rabû.

Serkevtin, para demokrasiyê bû. Spas, ji kesên piştgir, saziyên em fêm kirin, berpirsên biryarên rast dan û kedkarên kampanya me re.

Belê, Abdullah Demirbaş carek din avêtin hespê. Mirovekî nexweş, pêwîstiya xwe bi tedawiyê heye. Demirbaş, di şûna nexweşxanê, niha di hepsê de ye. Ji suc û ispatan bêhtir, qala îdîa û şupheyan tê kirin.

Ji ber dîtinên polîtîk, Serokomarê niha ê Turkiyê Erdogan jî di nav de, gelek kesan êş kişandine. Bi şik û îdîayan xistine hepsê. Bûne mehkûm û qûrbanên fikrê xwe.

Bi baweriya min, dema wê hatiye ku Turkiyê xwe bi nû bike. Kesên polîtîk ji ber fikrên xwe neyên girtin û kûştina mirovên ronakbîr û siyasetmedar di zindanan de bi dawî were.

Abdullah Demirbaş nexweş e. Nexweşiya wî giran e. Divê li nexweşxanê tedawî bibe. Îdîa û şikên ji wî tê kirin dikare bêyî girtin û hepiskirina wî bidome.

Hepiskirina kesên nexweş, bi şik û îdîayan, ji hêla hiqûqî ve eybek mezin e. Wextê wê hatiye ku li Turkiyê, helwêstên wiha paşdemayî, bi dawî werin. 20/ 09/2015

Zarathustra Gabar ÇIYAN
Kordînator
Eurokurd News- Ofîsa Dokumentasyonê a Mafê Mirovan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar