24 januari 2017

Parastina mafê mirovan û hevkariya giloverî

Dawiya heftê li hejmarek bajarên Emerîkayê xwepêşandanên girseyî bi navê ”Women’s March” hatin li darxistin. Ne tenê Emerîka, lê li Swêd, Elmanya, Fransa, Kanada, Portekîz, Efrîka Başûr, Holanda, Swîsre, Ingilîztan û gelek welatên din jî bi heman wext û armancê meşên mezin bûn. Nûnerên saziyên hevkar, di axavtinên xwe de bala raya giştî kişandin pêlkirina mafê jin û eqeliyetan li Emerîkayê û gelek dewletên din. Rejîmên zilmparêz bi tûndî rexne kirin.  

Meş ji hêla saziyên navnetewî ên mafê mirovan û hawirparêzan ve li 50 welatî hatibûn organîze kirin. Wan, 673 xwepêşandan li darxistin. Hevkarên wan li gelek bajaran bi hezaran çalakiyên bi vî rengî kirin.

Gelo, sedemên ku berê saziyên însanî dabû tevgerek e wiha hevbeş, mezin û giloverî çi bûn?

Beyanên Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser pirsê, di dilê parzêvanên mafê mirovan de endîşeyên mezin çandibû. Pêlkirina mafê mirovan li Emerîka û gelek welatên din, hişkiya li hemberî jinê, neteweperestiya bi şîdetê tê xwedîkirin û bêdengiya rejîman jî divê neyên jibîrkirin. Kin û kûrt, dewlet naxwazin pêlkirina mafê mirovan bibînin, gelek sozan didin lê tu guherînên emirdirêj nakin û bo berjewendiyên hevbeş mirovan dikin qûrban. Ev tev bûn sedem ku mirovahî li gelek deveran bi yek dengî nerazîbûna xwe bihênin zimên. Saziyên însanî li dijî zilmê, hevkarî û hêzek e giloverî gav bi gav biafirînin.

Bo parastina mafê mirovan, ji Donald Trump dixwazin ku gavên pêwîst bavêje. Çalakvan îşaretê pê bikin ku, dijî zilma li welatan didome dê bi yek dengî tevbigerin.
Saziya Efûyê a Navnetewî-AI yek ji wan piştgir û organîzatorê van meşan bû. Rola seroka AI liqê Swêdê Anna Lindenfors bo cîhanîna armancên çalakiyan, bi bandor e. Daxwiyaniya wê debarê pirsê gelek tiştan dibêje. Wiha axivî bû di meşa Stockholmê de:
”Emerîka serokê xwe ê nû diyar kir û bi encama hilbijartinê re cîhan ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Agahdariya di demek nêz de dê çi bibe, kêm e. Qonaxa nû dê li wir çi guherînan bihêne pê, çiqas bandorê li me û deverên din bike, zêde nayê zanîn. Gelek kes dikare bo siberojê bi endîşe û tirs be. Lê em dikarin di şûna vê de, ji bo baweriya xwe bitêkoşin û xwedî helwêst bin. Loma, em tev li vir civiya ne. Giring e em nîşan bidin ku, bêbiryariyê bi cîh dihêlin û em ê bi biryar hereket bikin. Armanca çalakiya me bo piştgiriya heman meşên li Emerîkayê ye. Ev meş, ji bo parastina mafê mirovan li tevayê cîhanê jî hatiye pê. Em bi yekîtî û çalakiyan dikarin bandorê bikin û gelek tiştan bihênin pê.”

Lindenfors rêvebiriya Emerîkayê derbarê mafê mirovan de rexne kir û nerazîbûna xwe bo pêvajoya dadgehkirinên li Guantanamoyê û girtiyên sucên xwe ne diyar anî zimên. Pêşeroja girtîgehê pirs kir. Li nexweşxaneyan, pirsgirêkên lênerîna jinên hemîle hejmart û xwest ku hejmara jinên dema welidandinê dimrin, kêm bibe. Jinên reşik çar car bêhtir dibin qûrban û dema hikumet bixwaze dikare vê rewşê bide guherîn. Rewşa penaberên meksîkî û kesên teqawît bûne pir xirab e, got. Çi kes nizane dê rewşa wan çawa bibe. Neteweperestiya polîsan û hişkiya li dijî reşikan jî pisgirêkek mezin e. Rîska şîdeta li dijî wan tê kirin, neh caran ji spiyan bêhtir e. Kûştinên bi destê polîsan dibin, li gorî welatên pêşketî, bilind e. Ji dehan yek kesê ji reşikên 30 salî di hefsê de ye. Ji ber sucên xwe, 6 milyon kesên emerîkî ji mafê dengdayînê mehrûm in.

Ne li Emerîka ne jî li welatên din, pêlkirina mafê mirovan nikare bê pejirandin. Loma bêyî ku hêviyên me qels bibin, divê ji bo azadî û wekheviyê xebatên piralî bibin, got û axaftina xwe wiha bi dawî anî:

”Hûn ji neteweperestiya bi zext û zilmkar gazinan dikin û endîşe ne? Nexwe divê hûn, li tevayê welatan ne ji bo beşek mirovan, lê ji bo mafên tevayê mirovên li wir dijîn, bixebitin û helwêsta xwe bo parastina mafê mirovan eşkere nîşan bidin. Divê ev yek li vir, Europayê û tevayê cîhanê bibe. Em tev dest bidine êkûdu, hêlên neyênî bidin guherîn, aliyê erênî bihêztir bikin û jiyana ku xeyal dikin ava bikin. Loma giring e ku em tev beşdarî van çalakiyan bibin û piştgiriya xwe nîşan bikin.”

Ez endamê hejmarek saziyên însanî me. Bi qasî dibînim û agehdariyên li ber desta nîşan didin dê hevkariya giloverî li hemberî zilmê mezintir bibe û ji bo ku emir dirêj be, gavên pêwîst tên avêtin. Wiha xuyanî dike ku, li dijî hêzên wê wijdan dê çalakiyên mezin ên giloverî li gelek deveran bihênin pê û em ê bibin şahidên vê pêşketinê…

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYAN