24 juni 2014

Human Rights Watch-HRW: Li kantonên rojava binpêkirina mafê mirovan


Qonaxa em têde ne, ji aliyê îdarekirina herêmên Kurdistanê bi destê kurda, têra xwe balkêş e. Awayê rêvebirina me, rêz û hurmeta mafê mirovan û eqaliyetan, karê hiquqî û ewlekariyê bala raya giştî dikşîne. Zexta gelê kurd li ser hêzên netewî, ji bo parastina mafê mirovan, pêkanîna hiqûqê, wekhevî û demokrasiyê zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de, rexneyên organîzasyonên netewî û navnetewî yên însanî, neynika rastiya welêt in. Divê em rexneyên wan cidî bigrin û bi tedbîrên pêwîst rê li ber xelêtiyan bigirin.

Rêkxirawa navnetewî û însanî "Human Rights Watch-HRW" di 19 hezîranê de, derbarê rewşa mafê mirovan li rojavavê Kurdistanê, raporek berfireh (107 rûpel) belav kir. Rapor bi giştî, serdan û raçavkirinên HRW ê li rojava bingeh digire û şêweyê rêvebirina herêmê ji aliyê PYD ê, karûxebata teşkîlata polîsî, qonax û awayê dadgehkirinê û rewşa zindanan, ronî dike.

PYD, ji di 2012 ve herêmê kontrol dike. Saziyên fermî berpirsiyariyên xwe bi cî dihênin. Li kantonên Efrîn, Kobanî û Cizirê de teşkîlata polîsî, dadgehên herêmî û hepisxane ava bûne. Ji destpêka serê salê de "Yaseya Bingehîn" ku "lihevhatina civatê" esas digire, derbas dibe. Yase, "rêz û hurmeta ji mafê mirovan" re derdixîne pêş û "cezeyê îdamê qedexe dike" û rê li ber "beşdarbûna zarokên di bin 18 an de bo artêşê, digire". Domandina reformên erênî li herêmê, giring e.


Rapor, balê dikşîne ser helwest û kirinên neyênî. HRW, polîsên herêmê, ji ber girtin û binçavkirinên kêfî, beyî îcazeya dozger gera li cî û malan, zexta li ser muxalîfên PYD ê û binçavkirina wan, kêmcidîyeta ji bo peydekirina sucdarên kuştin û windakirinê, rexne dike.

Raçavkirinên HRW ê, di "qonaxa girtin û dadgehkirinê" de kêmasiyên hene eşkere dike û pêşniyarên xwe dihêne zimên. Pêwîst e dadgehkirin adilane be û "mafê parêzer û hevdîtina girtiyan" li ber çavan bê girtin. "Girtî demek dirêj di bin çavan de nemînin". "Îtîraf" anjî "bêbexti" weke belge û dokument, ji aliyê polîs û dadgehan ve neyên bikaranîn.


Di girtîxane û hepsan de, muameleyên xirap li girtiyan dikin. Lêdan û kûştin pêk tê. Li dijî xebatkarên sîstemê, anku wezîfedarên fermî ku muameleyên xirap, îşkencê û kûştinê dikin, lêpirsîn nayê destpêkirin.

PYD nêzî PKK ê ye û herêmê kontrol dike. PYD dikare rê li ber kirinên bêhiqûqî; girtinên kêfî, tirsandina muxalefeta xwe, girtin û zexta li ser wan, lêdan û kûştinên di girtîgeh û zindanan de, bigire. Nehêle zarok tevlî artêşê bibin. Xwepêşandanên xelkê ku îdarekirina saziyên fermî li herêmê rexne dikin, cidî bigire, êrîş neçe ser wan û mirov neyên kûştin. Mafê gelên din, mîna Suryaniyan û hwd bêhtir bê parastin.

Dema PYD pirsa mafê mirovan li herêmê cidî negire û rê li ber xeletiyan negire, nikare xwe ji gunehên pêk tên bişo û pak nîşan bide.


Bi firehî:
- English: Under Kurdish Rule - Abuses in PYD-run Enclaves of Syria
http://www.hrw.org/reports/2014/06/19/under-kurdish-rule
- T
ürkçe: Suriye: Kürt Kontrolundaki Bölgelerde Hak İhlalleri:
http://www.hrw.org/node/126560

Analîz
: Human Rights Documentation Centre
Stockholm