30 augusti 2015

Navbêrkarê pêvajoya agirbest û çareseriyê Cemil Aydogan axifî: Pêvajoyek e nû vê kêliyê dijwar e lê mumkûn e

Rojnamevan-nivîskar Cemîl Aydogan mirovekî aştîxwaz e. Dilxwazê aştî û rêzgirtina mafê mirovan li Kurdistanê ye. Ji bo xebatên xwe derbarê mafê mirovan, xelat girtine. Li gorî agehdariyan, ji bo ”Xelata Nobelê a Aştiyê” hatiye pêşniyaz kirin. Kitêba Aydogan, li ser berxwedana Hz. Berhîm bo însanetiyê, berî niha belav bû.

Aydogan bêhtir, di navbêrkariya nav PKK û dewletê, hate nasîn. Di dema şer de, hejmarek leşker û kesên sivîl, piştî hevdîtinan, ji PKK teslîm girt û bi saxî teslîmî malbatên wan kir. Paşê ji bo aştiyê, nav PKK û dewletê, navbêrkarî kir. Hetanî qonaxa agirbestan û pêvajoya çareseriyê kar kir.

Me bi rojnamevan Aydogan re, biryara agirbestê, pêvajoya çareseriyê, bidawîhatina herdu qonaxan, sedema derketina şerê PKK û dewletê, mecala şer rawestandin û pêvajoyek nû dest pê bike, kir cihê niqaşê. Em hevpeyvînê bi we re parvedikin…

2012 an, te bi navê saziya Ekopolitik, nûnerê PKK ê li Europayê dît. Piştî hevdîtinê, ji bo azadiya girtiyên sivîl, leşkerên dîlî dest PKK ê û niqaşa agirbestê di nav PKK û dewletê de, çû Qendîlê. Ji Konseya Rêvebiriya PKK ê bi Sabri OK û Zeki ŞENGALÎ re rûnişt. Bi sê (3) pêşniyazên cewaz hûn vegeriyan. Paşê berpirsên MIT û hikumetê, agehdarî girtin. Yek ji pêşniyazan, hevdîtina BDP ê bi Abdullah Ocalan re bû. Tu, derbarê herdu pêşniyazên din, dikarî me ronî bikî?
Cemil Aydogan:
Ji bo rizgarkirina leşker û sivîlên dest PKK ê de û xurtkirina pêla aştiyê di nav xelkê de, pêwîstî bi kesekî navbêrkar hebû. Berpirsên Ekopolitik, bi Serokomar Abdullah Gul re qise kiribûn. Piştî wê, kordînatorê Ekopolitik ez vexwendim Istanbulê. Wî, ji bo rizgarkirina leşker û sivîlan ji destê PKK ê û niqaşa mecalên agirbestê di nav PKK û dewletê de, xwest ez navbêrkariyê bikim. Sedema hilbijartina wan, rola min di 1996 an de, rizgarkirina neh leşker û kesên sivîl, piştî hevdîtina bi PKK re, li kampa ZAP ê, bû. Min, di şertên dijwar de, ew gihandibûn malên wan û teslîmî malbatên wan kiribû.

Ji bo çûna min a Almanyayê, bilêt hatibûn kirîn û zemîna hevdîtina nûnerê PKK ê li Europayê hatibû amadekirin. Hezîrana 2012 an, li Stutgartê hevdîtin hate pê. Min daxwaziyên xwe anî zimên ji bo ku bighêjînin Qendîlê. Rêvebiriya Qendîlê dawiya sala 2012 an ez vexwendim hevdîtinê. Li ser navê Rêvebiriya Konseya PKK ê, bi Sabri OK û Zeki Şengalî, kesek nivîsevan re civîna me dest pê kir. Di hevdîtinan de, diyaloga yekser bi Serokê PKK ê birêz Abdullah Ocalan re, mîna şertek herî giring, derket pêş. Civîna me sê saetan domiya û bi sê xwestinên wan, ez vegeriyam. 

1.Divê rê vekin ku, rêvebiriya BDP ê hevdîtinan birêz Ocalan re bihênin pê.
2.Eger ev ne mumkûn be, bo hevdîtina bi Ocalan re, heyetek ji parêzerên birêz Ocalan ji hêla PKK ê ve bê hilbijartin.
3.Eger herdu bendên li jor jî bibe sedema nerehitiyê, di rêvebiriya min de ku Ekopolitik jî di nav de be, hilbijartina heyetekê, bo hevdîtina bi Ocalan re, hat pejirandin.

Min, pêşniyaz pêşkeşî heyeta Ekopolotîkê li Mêrdînê kir, ji bo ku karîbin agehdariyên hene bidin MIT ê (saziya istixbarata Turkiyê). MIT, bi êrênî nêzî agehdariyan bû û wan pêşkêşî serokwezîrê demê, Recep Tayyip Erdogan kirin. Birêz Erdogan jî benda yekê makul dît û pejirand. Pejirandina vê bendê, rizgarkirina eskeran bi xwe re fiîlî agirbesta 2013 an anî pê.

Lê pêvajoya aştiyê, bêyî ku esasê wê bê dagirtin, dest pê kiribû. Têkoşîn û şerê gerîla ku 30 salan didomiya, xwestinên xwe ên siyasî û demokrasiyê hebûn. Pirs li paş xistin û agirbest hat îlankirin. Weke mîsal, mafên perwerda bi zimanê dayikê, nasname û çandî, efûyek giştî dikarîbû bihata niqaş kirin. An modelek teybet mîna Baskê (Ispanya) anîna rojevê, ne şaş bû. Min, gelek caran ev kêmasî di konferans, civîn û beyanên xwe de anî zimên. Lê xwestinên bi vî rengî, di nav nûnerên dewletê û birêz Ocalan de zêde nehatin niqaşkirin. Reformên demokratîk ku bibe bingeha aştiyek e emirdirêj, zêde nehatin ser maseya niqaşê.

Krîterên wiha ku nehanîn holê, tirsa têkçûna qonaxê herdem di dilê min de çêdikir. Bi rastî carna ez nikarim helwêsta hikumet û nûnerên dewletê fêm bikim.

Binêrin, divê rastiyek bê pejirandin. Bi 30-40 milyon nifûsa xwe, gelê kurd qîma xwe nema bê statûbûnê dihêne. Dixwaze li ser xaka xwe, azad be û bibe xwedî maf. Ev daxwazî, mafên bingehîn ên însanî ne. Serxwebûn, federe, otonomî an formên din, ez bawerim gelê kurd wê bi riyên aştiyê, bi Iraq, Îran û Suriyê re bighêjin armanca xwe. IŞID ji bo têkbirina van daxwaziyan peyde kirin. Ez hêvîdar im, bi hevkariya Yekîtiya Europayê û Emerîka, gelek welatên hevkar, pişta wan bişkînin, rêzgirtina mafê mirovan û demokrasiya li herêmê bihêztir bikin.

Ez bi xwe wek kesekî bi mafê mirovan mijûl im, bi aştiya nav kurd û turka, di çarçoveya sînorên îro li Turkiyê, bi şertê pêkanîna reformên demokrasiyê bawer im. Bi mercê ku gel û baweriyên herêmê karîbin xwe bi azadî îfade bikin. Bi guherîna sîstem û yaseya bingehîn dikarin pirsê çareser bikin. Ev gel bi sedan sal in bi hev re dijîn, wê karîbin bi hev re çareseriyan peyde bikin. Ez bi xwe, piştgirê niqaşkirina serxwebûn jî di nav de, hemû formên çareseriyê me. Dewlet jî vê yekê zane. Lê dîsa jî, 2013 an de, li Batmanê, di konferansa Medya Herêmî a Kurd de, ji bo kar û xebata aştiyê, ez jî di nav de, xelat dane çend kesan.

Ecêb e, di konferansek wiha de, qet qala mafên demokratîk ên kurda nehate kirin û li hêla din xelatê belav dikin. Bi rastî jî weke ku min qal kir, fêmkirina dewletê, carna ji bo min ne hêsan e.

Aştî û agirbest demek dirêj ajot. Zexta li ser edebiyata kurdî kêmtir bû. Çek neteqiyan. Kesek nehate kûştin. A herî giring, dayikan hêstir nebarand. Di vê qonaxê de, çûnên artêş û polîsan kêmtir û ekonomî xurtir bû. Di demek wiha de ku kurda berê xwe dabû xebatên legal, şer dîsa dest pê kir.
Ji bo me kesên bi mafê mirovan mijûl in, fêmkirin û zelalkirina kêmasiyên pêvajoyê giring e. Bi baweriya te, di peyman û pratîkê de kêmasiyên hatin kirin çi bûn? Sedemên dawîhanîna agirbestê çi ne?
Cemil Aydogan:
Rast e, sê sal in, aşti hebû. Aştiya herî xirap, ji şer baştir e. Şertên bêbingeh ji bo aştiyê jî, ji şer baştir e. Lê divê rastî jî bê gotin. Xwestinên demokratîk ên kurda, mîna perwerda bi zimanê zikmakî, mafê nasîna nasnamê, çandî û derxistina efûyekê, di nav raya giştî de nebû cihê niqaşê. Gel, ji beyana Dolmabahçe û qalkirina 10 bendan, ku ji aliyê birêz Ocalan ve jî hatibû pêşniyazkirin, heyeta hikumet û HDP ê ve hatiye xwendin, agehdar bû. Di wê de jî, birêz Ocalan di tu bendan de qala kurda nekiribû. Lê ji bo demokrasiya li welêt li ser bingehên tekuz bi cîh bibe, daxwazî, hêviyên mezin didan. Ji ber, di pêvajoya çaraseriyê de, xwestinên demokratîk ên kurdan ku giring bûn û zêde niqaş nebûn, mirovên nenas ku berjewendiyên xwe ên polîtîk giringtir dîtin û şertên birêz Ocalan ku ji bo demokrasiyê giring bûn ciddî negirtin, bûn sebep ku, hevdîtina dewletê û Ocalan qût bibe.

Dema hevdîtinan de, ji aliyên Muhatab pê ve, çi sazî, kesên nasdar ên navnetewî ku bi pirsên aştî, civakî û mafê mirovan mijûl in, weke çavdêr di nav herdu aliyan de tune bû. Ev kêmasîyek dîrokî bû. Lewra, kî rast an şaş digot, çi kesan nizanîbû. Pirs bibû cihê rexne û niqaşên cewaz.

Ez bawer im, pêvajo ji xwe li benda mahneyekê bû ji bo dawî anînê. Qetlîama Amed, Suruc û Ceylanpinarê, bûn dilopên dawî. Wek çalakvanê mafê mirovan ku mîmarek ji ê agirbestê bûm û navberkêrî kir, dixwazim kêmasiyên pêvajoyê bi çend niqteyan bihênim zimên:

1.Ji bo ku dewlet wext qezenc bike, ne ku çareseriyên bingehîn peyde bike, birêz Ocalan re gelek caran hevdîtin pêk anî, muhatab bû.
2.Hikumetê nexwest yekser berpirsiyartî û însiyastîfê bigre destê xwe, di şûna wê de, kar spartin nûnerên dewletê.
3.Di nav heyetan de, nebûna çavdêrek/ên bê alî.
4. Qendîlê xwest ku, kesek ew hilbijêrin di heyeta HDP ê cîh bigre. Lê xwestina wan bi cîh nehanîn. Lewra, bicîh nehanîna xwestinê, bû sedema bêbawerî û şikê.
5. Di pêvajoyê de, di nav heyetan de bawerî û samîmiyet nehat pê û lewra keda ji bo pêvajoyê têk çû.
6. Rewşa birêz Ocalan di hepsê de, ku muhatabê yekem ê dewletê bû û ji bo aştiyê pir kar û alîkarî kir, baştir nekirin. Hepsa wî nehat guhertin û mecalê karîbe, li deverek rehetir, bibe alîkarê qonaxê nehate pê. Ev jî bû sedem ku, girêdanên hene, biqete, têk here.

Pêncê Tebaxê te û wekîlê serokwezîrê Turkiyê Bulent Arinç êkudû dît. Piştre, te nameyek pêşkêşî wî kir. Di nameya xwe hûn dixwazin ku pêvajo, ji nû ve dest pê bike û xwe amade dibînin ku carekê din bibin alîkar. Gelo helwêsta Arinç ji bo pêvajoyek nû çi bû?
Cemil Aydogan:
Birêz Arinç û wekîlê serokwezîr ê berê birêz Beşir Atalay, du şexsiyet in ku hurmeta min ji wan re heye û em, dema konferans û çalakiyên bi vî rengî, derbarê mijara çaraserî, pirsên demokrasî û aştiyê li hev guhdarî dikin. Hevdîtina bi birêz Arinç re, daxwaziya min bû. Ji ber civînekê, programa wî dagirtî bû. Lê navbêr da karê xwe û me hev dît.

Ez bawer im, xwestina min a aştiyê giring dît, lewra giringî da hevdîtînê. Bi qasî ez zanim, nameya min ji hêla hin endamên hikumetê ve, erênî hatiye pêşwazîkirin. Tenê, herdu alî bixwazin, samîmî bin ji bo aştiyê, baweriya wan bi me bê, mîna duhî, îro jî em karin gavan bavêjin. Dema mirov destê xwe deyne ser wijdanê xwe, çi tişt nikare rê li ber aştiyê bigre.

Nameya pêşkêşî birêz Arinç bibû, nirxandina min li ser pêvajoyê bû û ji bo qonaxek nû dest pê bike, şeş şertan hemêz dikir. Lê ji bo ku aştî were pê, şeş bendên destpêkê dikarin têr nekin. Divê mirov mercên aştiyê amade bike û biparêze. Ji bo ku herdu aliyan li hev nêz bikin û pirên tekûz ava bikin, çûna Qendîlê jî di nav de, ez amade me ku, hemu şêweyan wezîfe bigrim.

Ji bo destpêkek nû, pêvajo bidome anjî bi nû bibe divê çi bê kirin? Mumkûn e, an na?
Cemil Aydogan:
Dema mirov li dîroka rizgariya gelan, an pêşketina civatan dinêre, muxalefet, bi terorîstî an weke sucdar nîşan dane. Serhildêr bi xirabî binav kirine. Ji tecruba Îra û Baskê ev yek zelal xuyanî dike. Nêzîkbûna Romayê li Spartakus û Atînayê li Sokrates gelek tiştan ji me re dibêje. Şexsiyetên hatine îdamkirin û cezeyên giran dane wan, bûne sembola azadiyê û tekoşerên şerê mirovahiyê. Pirsgirêka kurd li Turkiyê ji vê rastiyê ne dûr e, mîna wan e.

Kurd ku ji MED an in, xwedî dîrokek kevnare ne û ji 2700 sal berê bi nivîskî heye, piştî Şerê Yekem ê Cîhanê di nav çar dewletan ve hatin dabeşkirin.

Biratiya şiklî nirxê xwe tune ye, helwêstên wiha zêde pere nake. Hêzên serdest ku dibêjin, em bira ne, lê ziman, çand, nasname, dîrok û cografya te, a min e, nikarin bên fêmkirin. Ji bo biratiya rastî û ji dil, divê ziman, nasname, dîrok û cografya vî gelî bê nasîn. Ji bo parvekirinek adîlane, pêwîst e di sîstema xwe de guhertinên demokratîk bidin kirin. Dema ev neheqî ji holê rabin, xetera ji hev veqetandinê namîne û jiyana bi hev re, di heman welatî de mûmkûn e. Anku şertên bi hev re mayîn û jiyanê divê bê amadekirin. Bê van nabe.

Dema ev yek werin pê, jiyana bi hev re li ser xaka kevnare Mezopotamya û Anadolê mûmkûn e. Wê demê reşî wê cihê xwe bide ronahî yê û hemu kes wê di nava aştiyê de bijî.

Hevpeyvîn: Z. Gabar Çiyan