22 maj 2015

Hevpeyvîn: Bûyerên li Mehabadê û ji awira mafê mirovan ve rewşa Îranê

Berî şehadeta Ferînaz Xosrewanî, saziyên mafê mirovan raporên cidî derbarê Îranê; rewşa hepsa û hejmara bilind a darvekirina mirovan belav kir. Hêzên netewî yên rojhilata Kurdistanê jî balê dikşînin ser Îranê û polîtîka sergirtî a hikumeta îslamî, çawa bi fen û înkarê barkirî ku li dijî gelê kurd dide meşandin. 
Bûyera Ferînaz Xosrewanî bû dilopa dawî ku kurd rabin ser nigan, li dijî zextên Îranê dengê xwe bilind bikin. Mijara mafê jina kurd ku binpê dibe, di şehadet û şexsiyeta Xosrewanî de bihênin rojeva cîhanê û saziyên mafê mirovan. 

Li rojhilata Kurdistanê rewşa mafê mirovan çawa ye? Siyaseta Îranê derbarê çareseriya pirsa kurd çi ye? 

Li ser van pirsan, em  rojnamevan-nivîskar Arêz Aryandarî re axifîn. Wî bersiv bi nîv soranî, anku sormancî da. Em wiha pêşkêşî xwendevanan dikin. Arêz, ji bajarê Sine li Rojhelata Kurdistanê ye. Bi pirsa mafê mirovan li Kurdistanê mijûl e. Li ser dîrokê lêkolînan dike. Endamê damezrêner ê "Federasyona Zîndaniyên Siyasî li Kurdistan"ê ye. Her usa endamê damezrêner ê Peresteha Zerdeştî/ Kurdistan li Europayê ye.

- Di tebaxa 2013 de Mahmud Ahmedinijad çû û Hasan Ruhanî bû serokomar. Di nêzîkbûna polîtîka Kurd de ferqên nav wan çi ne?
Arêz Aryandarî: Heya niha le dîroka Komara Îslamî a Îranê yazde dewlet çê bûne ku dewletî Ruhanî debête dewleta yazde. Mirov dekarê usa bêjê ku polîtîka her yazde dewletan le hember Kurdistan wekî yek bûye û cudahiyekî usa le navber wan da tune. Pirsgirêka esasî destura bingehîn a Îranê ye. Ji destura bingehîn a Komara Îslamî hatiye ku kesên ola wan Îslama Şîe nebê nikare bibête rêber, serokomar, walî an ji postên bala bistênê. Di destpêka hatina Komara Îslamî de yasayek taybetî hate çêkirin. Li gorî wê, herêma kurda wek herêmek taybetî, ji aliyê ewlehî ve giring hatiye nîşandan. Heman yasa îro jî bandora xwe didome. Li gorî vê yasayê, hêzên ewlekariyê, serbaz û rêveber dikarin çawa bixwazin, usa li Kurdistan polîtîka xwe bidêne meşandin. Ji ber vê ye ku, rêveberiya herêma kurda ji aliye dewletê bi awayekî taybetî dêne dest nîşankirin. Ev pirsgirêk ne tenê ji aliye ewlehî û siyasî belkî ji aliye civakî û aborî jî her usa ye.

Ji ber vê gerek e bêjîn ku, polîtîka hemu serokomarên Îranê le hember kurda wek hev e. Eger kêm cudahî hebê jî, ew ji ber polîtîkayek taybetî a Îranê ye, bêhtir be herêm û welatên derûdora xwe, bi taybet Turkiye ve girêdayî ye.

- Rewşa hepsa û girtiyên kurd, di dema Ahmedinijad de û îro çawa ye? 
Arêz Aryandarî: Heps u zîndan kirina kurda, rewşa zindana li herdu deman; Ahmedînijad û Rohanî da wek hev bûye. Li gorî amara saziyên mafên mirovan yên navnetewî, Amnesty International, Human Rights Watch û ên din, di dema Ahmedînijad û Rohanî de girtin, heps, darvekirin, kuştina koçberên kurd li ser sinur, tecawûz ûhwd li Rojhilata Kurdistan dewam kiriye û tu hêvî nîne ku rê li ber bigrin û ber bi kêm bûnê ve bibin.

- Demek dirêj ambargoya aborî li ser Iranê hebû. Bandora wê li Kurdistanê çawa bû? 
Arêz Aryandarî: Polîtîka rijêma Îranê li sereta heya niha le hember Kurdan, polîtîka tune kirinê bûye. Ji her aliye civakî, siyasî, çandî û aborî. Em dikarên hin emro bêjîn, ji sedî 17% pitrola Îran li herêma Îlamê Rojhilatê Kurdistanê derdikeve. Mezintirîn damarên zêr li Rojhelata navîn, li Tikab û Seqiz e, li rojhelata Kurdistanê ye. Gelek dewlemendiyên din mirov dikare bihejmêre. Kurd çi sûd û payê ji vê dewlemendiyê nagrin. Li her deverekî Rojhelata Kurdistanê bêhtir wek karker dixebitin. Li Îranê, penaberên metropolên wan in. Rijîma îran tu cara nehatiye ku sermaye li Kurdistan veger bixe û mirov dikare bêje ku, jêrxana aborî li rojhilata Kurdistanê tune ye. Em gerek ev jibîr nekêyn ku piranî pitrol, berhemên kiştûkalî, av, zêr û gelek tişti din ê Îranê ji rojhilata Kurdistanê tê bidestxistin.

- Pêlkirina mafê jinan li Îranê herdem tê rojevê. Bi giştî li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê rewşa jinê, mafê wan çawa ye? 
Arêz Aryandarî: Weke berî min got, pêlkirina mafê mirovan li Îranê rojane didomê. Lê li Kurdistanê ev pêlkirin gelek zêdetir e û cuda ye. Kurd ji aliyê Îranê ve wek hemwelatiyên derece duwê dête hisab kirin. Rayedarên Îranî herdem polîtika "înkarê û nedîtina rastiyê" li hember kurda dimeşênin. Bo mînak, li rojhilat keçên 14 salî hatine gule barankirin. Gelek keç û xortên bin 18 salî hatine gule barankirin an ji darvekirin. Li aliyê din destura bingehîn a Îranê li ser esasa Îslama Şîe hatiye nivîsandin. Li gorî vê desturê, mafên jinan tê pêlkirin. Aniha jî li Îranê jinên kurd ji ber vê ku Kurd in, Sunî an Yarsan, siyasî an netewî ne, ji aliye hikumetê gelekî astengî bo wan çêdibê. Her usa jinên fars jî ji mafê jinan bêpar in.

- Tu bûyera Ferînaz Xosrawanî çawa dinirxînî? Sedemên berxwedan û nerazîbûna gelê Kurd li Mehabad û cihên din, çawa dibinî?
Arêz Aryandarî: Bûyera Ferînaz Xosrewanî beşek ji senaryoya dem dirêj e. 
Komara Îslamiya Îranê, bi awayek sîstematîk xwestiye daxwaziyên xwe cîbicî bîne. Ew senrayoya giştîye ku îmha û helandina kurdan dikate armanc.
Li demeka ku qehremaniya jina kurd li rojavaya Kurdistanê, bi taybet li Kobanê bûye rojeva hemî cîhan, Îstixbarata Îranê di kesayetiya Ferînaz de êrîşî jina Kurd dike. Ev peyamek ji bo kurdan e, ku siyaseta Îranê dixwaze îradeya gelê Kurd bişkêne. Ji bo bighêje armanca xwe jî, serî li her rêbazî dide û hemû sînorên mirovî û hiqûqî binpê dike.
Lê Ferînaz Xosrawanî bi bedelê canê xwe, hemû jinên Kurd parast. Gelê kurd serhildana xwe li hember Îranê li hemû rojhilata Kurdistanê belav kir û bersiva siyaseta îmheya Îranê da.

- Çareseriya pirsgirêka kurd bi riya aştiyê li Rojhilata Kurdistanê çawa dikare were pê? Rêz û hurmeta ji mafê jina re çawa dikare baştir bibe?
Arêz Aryandarî: Gava ku em behsa çareseriya aşitî dikeyn gerek e ku aliyê nakokdêr xwestina xwe ji bo çareseriyê hebê. Rijîma Îranê heya niha helwêstek ji bo çareseriyê nîşan nedaye. Polîtîka Îranê ji berê ve li hember çareseriyê ava bûye. Polîtîkayek ku bingeha wê îmha û darizandina kurdan dikate armanca xwe. Ji aliyekî din, hêzên siyasî li Rojhelata Kurdistanê ji hev belav in. Di nav wan de yekîtiyek ewqasî xurt nîne ku bikaribin be hevre platformekî ji bo çareserî aştiyane pêk bênin û guşarên (zext) xwe li ser rijîma Îrane xurt bikin. 

Partiyên kurd li Rojhilat, bi giranî berê xebata siyasî nedane damezirandina saziyen taybet bo jinan. Li rojhelata Kurdistanê, pêwîst e saziyên taybetî ên jinan bên ava kirin ku erkên wan, rêkxistina jinên kurd be li hundirê civakê. Heya niha saziyek usa taybet bi jinê le rojhilata welêt tune ku bikaribe jin be rêkxistin bike. Eger hebe jî hejmara xebatkaran kême û nekarîne erka xwe bicih binin.