Ji bo ku mirov aştiya navxweyî, a bi cîran û xelkên din re bihêne
pê û jiyanek bi aram bijî divê giringiyê bide dialog û hevdîtinê. Rêz û hurmeta
ji bawerî û çandên cewaz re û toleransa hevbeş, astengî û kelemên ser rê ji
holê radike, lihevkirinê hêsantir dike.
Em hinekî li dora xwe temaşe bikin. Li ser sedemên bûyerên
li Istanbulê, Suriyê, Sur û Şingalê kur bibin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane
û malên bi erdê re bûne yek bihênin bîra xwe. Û wêneyên bi xwîn, cendekên bê
can, dayikên çavşil û zarokên li pey kesên mirî mane, agir berdide dilê mirov.
Ne tenê ew, lê bi wan re, nirxên ku însên dike mirov jî li ber nigan diçin.
Di eslê xwe de dewlet, ne tenê ji rêzgirtin û pêkanîna
peymanên mafên mirovan mesûl e. Divê tevayên dewletan, di têkiliyên navnetewî
de jî mafê mirovan raçav bikin û kêmasiyên hevdu rexne bikin. Li ser mijarê,
rola Netewên Yekbûyî-NY mezin e.
Dema dewlet û NY pirsê sist digrin, dengê nerazîbûna saziyên
mafê mirovan bilind dibe. Parastina qûrbanên şer, jin û zarokan dihênin rojeva
raya giştî û piştgiriyê dixwazin. Çalakvananên mafê mirovan dibin yek dil û yek
deng ji bo fêmkirin û dermankirina dayikên ku zarokên xwe di şer de winda
kirine. Ji bo şer raweste, dialog û aştî were pê, xebatên cihê û cidî dikin.
Çend roj berê, 26 saziyên însanî ku di nav wan de Amnesty
International-AI jî hebû, li meydana Mynt Torgeta Stockholmê, li dijî hişkiya
hemberî jin û zarokên li Helebê, xwepêşandanek li dar xistin. Kurd, swêdî û gelek xelkên din beşdarî çalakiyê bûn. Saziya
Feministisk Insiyativ wêneyê min girt û belav kir. Nûnerên saziyan axavtinên bi
wate kirin. Bala raya giştî kişandin ser bûyerên li herêmê rû didin, tadeya li
jin û zarokan tên kirin. Dengê xwe birin NY û Yekîtiya Europayê-EU ku bê
helwêst nemînin. Bê guman beyana berpirsa çapemeniya AI, Ami Hedeborgê bala gelek
kesan kişand. Wiha got: NY-Konseya Ewlekariyê felcoyî bûye û nikare wezîfeya
xwe ji bo pêkanîna aştiyê li Suriyê bi cîh bihêne. Pêwîst e Koma Giştî a
Neteweyên Yekgirtî berpirsiyariya xwe bi cîh bihêne û dest deyne ser pirsê.
Bang û analîza wê derbarê rewşa Konseya Ewlekariyê, gelek bi wate bû û agehdariyên
sergirtî eşkere dikir. Hedenborgê, wiha domand:
”Em ji 2011 an ve
dihênin zimên ku li herêmê, dijî sivîlan bi şêweyekî sîstematîk û zanîn êrîşan
dihênin pê. Girtinên kêfî û îşkencekirina girtiyan zêdetir dibe. Bûyerên mirinê
di girtîgeh û hefsan tên rojevê û şîdetek xirap li dijî xwepêşandanan dikin. Hişkî
û gunehên dikin, dikeve beşa sucên li dijî însanetiyê. Me wê demê anî zimên û
em niha jî dibêjin, divê sucdar bên girtin û Dadgeha Cezekirinê a Navnetewî di
derheqa wan de biryarê bide.
Pir giring e ku, ji aliyên
şer, kesên bi sucên li dijî însanetiyê û peymanên şer tên tawanbarkirin, bêne
girtin û dadgehkirin. Hetanî ev yek nebe, gavên ji bo aştiyê ser nakevin û
pêşketin nayên pê…
Wezîfeya bingehîn a Konseya
Ewlekariya Netewên Yekbûyî ew e ku aştiyê biparêze û li deverên şer heye,
aştiyê paş ve bihêne. Lê mixabin, di demek wiha de ku, bi hevdu re û biryar
tevbigerin, ji hêla bi cîhanîna wezîfeya xwe felc bûye. Kesên sivîl dikin
hawar, alîkariyê dixwazin û em nikarin çavê xwe ji rastiya re bigrin û bê deng
rawestin. Loma Amnesty daxwaz kir ku, di rewşek wiha de ku Konseya Ewlekariyê
nikare kar bike, Koma Giştî a Netewên Yekgirtî dest deyne ser kar. Wezîfeya
tevayê dewletan e ku, mirovên sivîl biparêze û şerê li Suriyê bi dawî bihêne.”
Weke tê zanîn, xebatên hiqûqa navnetewî, derbarê şerê
çekdarî ji sala 1864 an ve, bi rêzepeymanên Cenewrê dest pê kiriye û bi a 1949
an formê xwe ê dawî girtiye. Di ser peymana yekem re 152 sal derbas bûn. Lê heyf
û mixabine ku mirovên sivîl û bê guneh îro jî ji ber nijad, reng, bawerî,
cewaziya cinsî û berjewendiyên aborî dibin qûrban, tevkûjî dihên rojevê. Dewlet,
rêz û hurmetê ji soz û peymanên îmze kirine nagirin, hiqûqa navnetewî nanasin û
binpê dikin.
Me sala 2016 an, bi êş û bûyerên nexweş derbas kir. Hêviyên
pêşerojêk ronî, xweş û bi ewle mafê hemû kesan e. Di demek wiha de ku, siyaset xitimî
ye û nikarin aştiyê bihênin pê, divê em hevkariya xwe bi saziyên însanî re xurt
bikin. Piştgiriya saziyên serbixwe û bê teref ên însanî bikin ku, em bi hevre zextê
deynin ser desthilatdaran, dengên xwe li dijî neheqiyan bilind bikin û gaziya
dayikan guhdarî û derdê wan derman bikin. Ji bo pêçana birînên li Istanbul,
Helep, Sur û Şingalê, pêwîst e hêz û dengê însanî bihêztir bibe.
Analîz: Zarathustra Gabar
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar