24 januari 2017

Parastina mafê mirovan û hevkariya giloverî

Dawiya heftê li hejmarek bajarên Emerîkayê xwepêşandanên girseyî bi navê ”Women’s March” hatin li darxistin. Ne tenê Emerîka, lê li Swêd, Elmanya, Fransa, Kanada, Portekîz, Efrîka Başûr, Holanda, Swîsre, Ingilîztan û gelek welatên din jî bi heman wext û armancê meşên mezin bûn. Nûnerên saziyên hevkar, di axavtinên xwe de bala raya giştî kişandin pêlkirina mafê jin û eqeliyetan li Emerîkayê û gelek dewletên din. Rejîmên zilmparêz bi tûndî rexne kirin.  

Meş ji hêla saziyên navnetewî ên mafê mirovan û hawirparêzan ve li 50 welatî hatibûn organîze kirin. Wan, 673 xwepêşandan li darxistin. Hevkarên wan li gelek bajaran bi hezaran çalakiyên bi vî rengî kirin.

Gelo, sedemên ku berê saziyên însanî dabû tevgerek e wiha hevbeş, mezin û giloverî çi bûn?

Beyanên Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser pirsê, di dilê parzêvanên mafê mirovan de endîşeyên mezin çandibû. Pêlkirina mafê mirovan li Emerîka û gelek welatên din, hişkiya li hemberî jinê, neteweperestiya bi şîdetê tê xwedîkirin û bêdengiya rejîman jî divê neyên jibîrkirin. Kin û kûrt, dewlet naxwazin pêlkirina mafê mirovan bibînin, gelek sozan didin lê tu guherînên emirdirêj nakin û bo berjewendiyên hevbeş mirovan dikin qûrban. Ev tev bûn sedem ku mirovahî li gelek deveran bi yek dengî nerazîbûna xwe bihênin zimên. Saziyên însanî li dijî zilmê, hevkarî û hêzek e giloverî gav bi gav biafirînin.

Bo parastina mafê mirovan, ji Donald Trump dixwazin ku gavên pêwîst bavêje. Çalakvan îşaretê pê bikin ku, dijî zilma li welatan didome dê bi yek dengî tevbigerin.
Saziya Efûyê a Navnetewî-AI yek ji wan piştgir û organîzatorê van meşan bû. Rola seroka AI liqê Swêdê Anna Lindenfors bo cîhanîna armancên çalakiyan, bi bandor e. Daxwiyaniya wê debarê pirsê gelek tiştan dibêje. Wiha axivî bû di meşa Stockholmê de:
”Emerîka serokê xwe ê nû diyar kir û bi encama hilbijartinê re cîhan ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Agahdariya di demek nêz de dê çi bibe, kêm e. Qonaxa nû dê li wir çi guherînan bihêne pê, çiqas bandorê li me û deverên din bike, zêde nayê zanîn. Gelek kes dikare bo siberojê bi endîşe û tirs be. Lê em dikarin di şûna vê de, ji bo baweriya xwe bitêkoşin û xwedî helwêst bin. Loma, em tev li vir civiya ne. Giring e em nîşan bidin ku, bêbiryariyê bi cîh dihêlin û em ê bi biryar hereket bikin. Armanca çalakiya me bo piştgiriya heman meşên li Emerîkayê ye. Ev meş, ji bo parastina mafê mirovan li tevayê cîhanê jî hatiye pê. Em bi yekîtî û çalakiyan dikarin bandorê bikin û gelek tiştan bihênin pê.”

Lindenfors rêvebiriya Emerîkayê derbarê mafê mirovan de rexne kir û nerazîbûna xwe bo pêvajoya dadgehkirinên li Guantanamoyê û girtiyên sucên xwe ne diyar anî zimên. Pêşeroja girtîgehê pirs kir. Li nexweşxaneyan, pirsgirêkên lênerîna jinên hemîle hejmart û xwest ku hejmara jinên dema welidandinê dimrin, kêm bibe. Jinên reşik çar car bêhtir dibin qûrban û dema hikumet bixwaze dikare vê rewşê bide guherîn. Rewşa penaberên meksîkî û kesên teqawît bûne pir xirab e, got. Çi kes nizane dê rewşa wan çawa bibe. Neteweperestiya polîsan û hişkiya li dijî reşikan jî pisgirêkek mezin e. Rîska şîdeta li dijî wan tê kirin, neh caran ji spiyan bêhtir e. Kûştinên bi destê polîsan dibin, li gorî welatên pêşketî, bilind e. Ji dehan yek kesê ji reşikên 30 salî di hefsê de ye. Ji ber sucên xwe, 6 milyon kesên emerîkî ji mafê dengdayînê mehrûm in.

Ne li Emerîka ne jî li welatên din, pêlkirina mafê mirovan nikare bê pejirandin. Loma bêyî ku hêviyên me qels bibin, divê ji bo azadî û wekheviyê xebatên piralî bibin, got û axaftina xwe wiha bi dawî anî:

”Hûn ji neteweperestiya bi zext û zilmkar gazinan dikin û endîşe ne? Nexwe divê hûn, li tevayê welatan ne ji bo beşek mirovan, lê ji bo mafên tevayê mirovên li wir dijîn, bixebitin û helwêsta xwe bo parastina mafê mirovan eşkere nîşan bidin. Divê ev yek li vir, Europayê û tevayê cîhanê bibe. Em tev dest bidine êkûdu, hêlên neyênî bidin guherîn, aliyê erênî bihêztir bikin û jiyana ku xeyal dikin ava bikin. Loma giring e ku em tev beşdarî van çalakiyan bibin û piştgiriya xwe nîşan bikin.”

Ez endamê hejmarek saziyên însanî me. Bi qasî dibînim û agehdariyên li ber desta nîşan didin dê hevkariya giloverî li hemberî zilmê mezintir bibe û ji bo ku emir dirêj be, gavên pêwîst tên avêtin. Wiha xuyanî dike ku, li dijî hêzên wê wijdan dê çalakiyên mezin ên giloverî li gelek deveran bihênin pê û em ê bibin şahidên vê pêşketinê…

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYAN


3 januari 2017

Nûnera Saziya Efûyê a Navnetewî Hedenborg: ”NY di mijara aştiyê de felc bûye”

Ji bo ku mirov aştiya navxweyî, a bi cîran û xelkên din re bihêne pê û jiyanek bi aram bijî divê giringiyê bide dialog û hevdîtinê. Rêz û hurmeta ji bawerî û çandên cewaz re û toleransa hevbeş, astengî û kelemên ser rê ji holê radike, lihevkirinê hêsantir dike.

Em hinekî li dora xwe temaşe bikin. Li ser sedemên bûyerên li Istanbulê, Suriyê, Sur û Şingalê kur bibin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane û malên bi erdê re bûne yek bihênin bîra xwe. Û wêneyên bi xwîn, cendekên bê can, dayikên çavşil û zarokên li pey kesên mirî mane, agir berdide dilê mirov. Ne tenê ew, lê bi wan re, nirxên ku însên dike mirov jî li ber nigan diçin.

Di eslê xwe de dewlet, ne tenê ji rêzgirtin û pêkanîna peymanên mafên mirovan mesûl e. Divê tevayên dewletan, di têkiliyên navnetewî de jî mafê mirovan raçav bikin û kêmasiyên hevdu rexne bikin. Li ser mijarê, rola Netewên Yekbûyî-NY mezin e.  

Dema dewlet û NY pirsê sist digrin, dengê nerazîbûna saziyên mafê mirovan bilind dibe. Parastina qûrbanên şer, jin û zarokan dihênin rojeva raya giştî û piştgiriyê dixwazin. Çalakvananên mafê mirovan dibin yek dil û yek deng ji bo fêmkirin û dermankirina dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine. Ji bo şer raweste, dialog û aştî were pê, xebatên cihê û cidî dikin.

Çend roj berê, 26 saziyên însanî ku di nav wan de Amnesty International-AI jî hebû, li meydana Mynt Torgeta Stockholmê, li dijî hişkiya hemberî jin û zarokên li Helebê, xwepêşandanek li dar xistin. Kurd, swêdî  û gelek xelkên din beşdarî çalakiyê bûn. Saziya Feministisk Insiyativ wêneyê min girt û belav kir. Nûnerên saziyan axavtinên bi wate kirin. Bala raya giştî kişandin ser bûyerên li herêmê rû didin, tadeya li jin û zarokan tên kirin. Dengê xwe birin NY û Yekîtiya Europayê-EU ku bê helwêst nemînin. Bê guman beyana berpirsa çapemeniya AI, Ami Hedeborgê bala gelek kesan kişand. Wiha got: NY-Konseya Ewlekariyê felcoyî bûye û nikare wezîfeya xwe ji bo pêkanîna aştiyê li Suriyê bi cîh bihêne. Pêwîst e Koma Giştî a Neteweyên Yekgirtî berpirsiyariya xwe bi cîh bihêne û dest deyne ser pirsê. Bang û analîza wê derbarê rewşa Konseya Ewlekariyê, gelek bi wate bû û agehdariyên sergirtî eşkere dikir. Hedenborgê, wiha domand:

”Em ji 2011 an ve dihênin zimên ku li herêmê, dijî sivîlan bi şêweyekî sîstematîk û zanîn êrîşan dihênin pê. Girtinên kêfî û îşkencekirina girtiyan zêdetir dibe. Bûyerên mirinê di girtîgeh û hefsan tên rojevê û şîdetek xirap li dijî xwepêşandanan dikin. Hişkî û gunehên dikin, dikeve beşa sucên li dijî însanetiyê. Me wê demê anî zimên û em niha jî dibêjin, divê sucdar bên girtin û Dadgeha Cezekirinê a Navnetewî di derheqa wan de biryarê bide.

Pir giring e ku, ji aliyên şer, kesên bi sucên li dijî însanetiyê û peymanên şer tên tawanbarkirin, bêne girtin û dadgehkirin. Hetanî ev yek nebe, gavên ji bo aştiyê ser nakevin û pêşketin nayên pê…

Wezîfeya bingehîn a Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî ew e ku aştiyê biparêze û li deverên şer heye, aştiyê paş ve bihêne. Lê mixabin, di demek wiha de ku, bi hevdu re û biryar tevbigerin, ji hêla bi cîhanîna wezîfeya xwe felc bûye. Kesên sivîl dikin hawar, alîkariyê dixwazin û em nikarin çavê xwe ji rastiya re bigrin û bê deng rawestin. Loma Amnesty daxwaz kir ku, di rewşek wiha de ku Konseya Ewlekariyê nikare kar bike, Koma Giştî a Netewên Yekgirtî dest deyne ser kar. Wezîfeya tevayê dewletan e ku, mirovên sivîl biparêze û şerê li Suriyê bi dawî bihêne.”

Weke tê zanîn, xebatên hiqûqa navnetewî, derbarê şerê çekdarî ji sala 1864 an ve, bi rêzepeymanên Cenewrê dest pê kiriye û bi a 1949 an formê xwe ê dawî girtiye. Di ser peymana yekem re 152 sal derbas bûn. Lê heyf û mixabine ku mirovên sivîl û bê guneh îro jî ji ber nijad, reng, bawerî, cewaziya cinsî û berjewendiyên aborî dibin qûrban, tevkûjî dihên rojevê. Dewlet, rêz û hurmetê ji soz û peymanên îmze kirine nagirin, hiqûqa navnetewî nanasin û binpê dikin.


Me sala 2016 an, bi êş û bûyerên nexweş derbas kir. Hêviyên pêşerojêk ronî, xweş û bi ewle mafê hemû kesan e. Di demek wiha de ku, siyaset xitimî ye û nikarin aştiyê bihênin pê, divê em hevkariya xwe bi saziyên însanî re xurt bikin. Piştgiriya saziyên serbixwe û bê teref ên însanî bikin ku, em bi hevre zextê deynin ser desthilatdaran, dengên xwe li dijî neheqiyan bilind bikin û gaziya dayikan guhdarî û derdê wan derman bikin. Ji bo pêçana birînên li Istanbul, Helep, Sur û Şingalê, pêwîst e hêz û dengê însanî bihêztir bibe. 



Analîz: Zarathustra Gabar