7 september 2015

Rojnamevan Cevat Korkmaz pêvajoya çareseriyê nirxand: Rewşa şer û bê ewleyî aboriyê qels dike û têk dibe

Rojnamevan nivîskar Cevat Korkmaz, mîna rojnamegerekî çalak, ji dema şerê çekdarî li bakurê welêt (1984) û piştî wê, bilindbûna şerê herdu aliyan, operasyon û kûştinên li herêmê, ji nêz ve şopand. Ne tenê li bakur, lê belê li başûr û rojhilatê welêt jî, rewşa kurda ji nêz ve şopand, çû wir û bi dengûbehs û hevpeyvînên xwe raya giştî ronî kir. Tecrubeya rojnamevaniya polîtîk, vê dawiyê bi daketina karê tacirî re, ji hêla ekonomî-polîtîk ve bi hêz kir. Analîzên wî, bi bêalî, tolerans, erênî û dûrbîniya xwe, taybetî di medya civakî de bala gelek kesan kişand. Li dijî şîdetê dengê xwe bilind kir û xwestina aştiyê derxist pêş. Heman demê, aliyê neheq rexne kir û ji wan xwest ku şaşîtiyên xwe rast bikin.

Korkmaz, li Amedê, 1962 an de hat dinyê. Bavê wî Aziz Korkmaz rojnamegerekî nasdar bû. Cevat ji biçûkbûna xwe de, xwe di nav karê rojnamevaniyê de dît. Di gelek rojnameyan de kar kir. Di 87 an de li Zanîngeha Enqerê, hiqûq xwend. Lê hate girtin û xwendina xwe bi cî hişt. Bi derketina derve re, Ajansa ”Ortadogu Haber- ORHA” (Rojhilata Navîn) ava kir. Di demek kin de, ajans bi xebat û çalakiyên xwe hate nasîn, nûçeyên wê li derve û hundirê welêt belav bûn. Bi qirkirina Helebcê re, bala Dinyê li herêmê bû. Wê demê, dîtin û hevpeyvîna bi siyasetvanê nasdar, serokê IKDP ê Mesûd Barzanî re dijwar bû. Lê wî, sînor derbas kir, xeter nas nekir û xwe gihand eniya şer û Barzanî dît. Ji hêla saziyên meslekî ve layiqî xelatên cewaz hate dîtin, xelat girt. Kovara ”Yeni Çizgi” (Xeta nû) derxist. Kitêba ”Kürt Kapanı” (Feqa kurda) û senaroya ’’Babamın Karıları’’ (Jinên bavê min)  nîvîsî. Korkmaz, ji bilî rojnamevaniyê, bi bazirganiyê debara xwe dike.

Me xwe gihand rojnamevan Cevat Korkmaz û pê re li ser pêvajoya çaraseriyê, şerê niha û mecala agirbest û aştiyek nû axifîn. Fermo hevpeyvîna pê re...

Te demek dirêj li herêmê rojnamegerî kir. Weke hûn zanin, bi qonaxa hatina Turgut Ozal û piştî wî, serekomar, serekwezîr û wezîrên Turkiyê, gelek caran qala Pirsgirêka Kurd kirin. Hêviya çaraseriyê dane xelkê. Karên biçûk hatin pê. Lê ji hêla hiqûqî ve tu guhertin nebûn û peymanek e ku herdu aliyan girê bide nehate pejirandin. Ji bo dereng hiştinê, li paş xistin, an jî siyasetek nêzî taloqan anîne pê. Dîtina te li ser vê pirsê çi ye?
Cevat Korkmaz:
Çareseriya Pirsgirêka Kurd bi riya diyalogê, ku qonaxa wê bi rehmetiyê Ozal re dest pê kiribû, bi Suleyman Demirel, Mesut Yilmaz û Tansu Çiller re domandin. Ji bilî Ozal, helwêstên din zêde ciddî nehatin girtin. Peyamên mîna “Riya yekîtiya Europayê di Amed ê re derbas dibe” hatin jibîrkirin û zêde nebûne balkêş. Çaraserî, herdem cihê xwe da şîddetê. Serpêhatiya rehmetiyê Ozal, îro jî cihê meraq, lêpirsîn û niqaşê ye.

Bi baweriya min, dewleta kur, herdem li hemberî îradeya polîtîk, serdestî û hêza xwe nîşan daye. Hetanî AKP nehat, tu hêzên din nikarîbûn dewletê bi giştî kontrol bikin. Bi hatina Recep Tayyip Erdogan re, guherînên nehatibûne dîtin, hatin pê. Hevdîtinên Osloyê, bi bûyera Parîsê dereng ketibe jî, bi riya hevdîtina hikumetê, qendîl û Îmraliyê carekî din pêş de çû û ji bo çareseriyê pirsgirêkê hêviyên mezin dida mirov. Lê, piştî hilbijartina 8 ê hezîranê xeyalên aştiyê têk çû, pêvajo bi dawî hat. Hevalbendî û îtîfaqa AKP kiribû hikumet, bi dawî hatibû. Şerê iqtîdar û Cimetê bo bidestxistina desthilatdariyê, bandorek e neyênî li pêvajoyê kir. Generalên hatibûn girtin, berdana wan, weke “xelat” hate dîtin. Bê îtîbariya wan bi dawî hat. Efrîtên dewleta kur, hatin ser kar û ez bawer im zêdebûna şîdeta îro de, rola wan mezin e. Îro di nava xelkê de bêbaweriyek mezin heye.

Demek dirêj piştî Qonaxa Çareseriyê ku bi destê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê PKK ê Abdullah Ocalan hatibû formulekirin, çek nepeqiyan, mirov nehatin kûştin, çûna eskerî kêm bû û Turkiyê ji hêla aborî ve bihêztir bibû. Piştî hilbijartinê, şer ji nû ve dest pê kir û li gelek welatên Cîhanê, qala şerê navxweyî li Turkiyê, kêmbûna ewlehiyê li welêt û qelsbûna aboriyê hate kirin. Dîtina te, ji hêla xesara li herdu aliyan û pirsa qelsbûna aboriyê ji ber şer, çi ye?
Cevat Korkmaz:
Mirina mirovan, tu bikê neke, wê bandorê ewlekarî û aboriya welêt bike. Lê divê careke din bê rexnekirin û gotin ku, êş û brîna şîdeta polîtîk li pey xwe dihêle, qet rihet nabe û êşa mirovên tên kûştin wê bi salan didome.

Bi taybetî li Rojhilata Navîn îtîbara heye kêm bûye. Polîtîka derve zêde ne serkevtî ye. Weke mîsal, hikumeta nedixwest dijberiya IŞID ê bike, piştî lihevhatina bi Emerîka re, bi gotinê jî be, bûye dijberê IŞID ê. Ji bo vê dijberiya xwe, mercê şerê bi kurda re kiriye erê kirin û dest bi şer kiriye.

Pirsa kurd polîtîk e. Divê bi diyalogê bê çareserkirin. Dema mirov li welatên bi heman pirsgirêkan rûbirû mane meyze dike, dibîne ku dema şer, aboriya wan qels bûye û xesarên mezin li sermaya welêt bûye. Turkiye jî wê ji şerê didome, xesarê bibîne û bêpay nemîne.

Îro, eniya şer firehtir bûye û pirsgirêkên aborî dest pê kirine. Bi biryara şer re, pêvajoya pêlkirina mafê mirovan hatiye rojevê û endîşeyên europiyan zêdetir bûye.

Encama şer û pevçûna li herêmê hêdî hêdî bandorên xwe ên neyênî li metropolan jî dike. Kirîn û firotina bi deyn, rawestiya ye. Banka, deynên li derve, berî wextê xwe, bi hincetên cuda, paş de dixwaze.  Kirîna ji derve, ji ber bûhabûna Euro, Dolar û pereyên biyanî, her roj tê guhertin. Pirsa şer û qelsbûna aboriyê li Turkiyê, li welatên Yekîtiya Europayê bêhtir tê rojevê. Tê qalkirin ku, hinek ji bankên biyanî dixwazin hejmara liqên xwe kêm bikin û çalakiyên xwe li Turkiyê bi dawî bihênin. Spekulasyonên ku, hikumet dixwaze operasyonan li dijî hinek şîrketan bike, bê aramiya heye zêdetir dike û tengasiya di piyasa sermayê de tengtir dike. Ji hêla Kurdistanê ber bi Anadolê koçberî dest pê kiriye. Li bajaran, mîna salên 90 î, xelk li zû tên malê û hetanî derengê şevê li derve namînin.

Ji ber bêbaweriya biryarên hiqûqî ji dadgehên Turkiyê, hejmarek holdîngên biyanî, wiha xuyanî dike ku wê daweyên xwe bibin ber destê dadgehên Europayê.

Ji aliyê heq û neheq bêhtir, ez dixwazim sedemên têkçûna “Pêvajoya Çareseriyê” fêm bikim. Dîtina we li ser pirsê çi ye?
Cevat Korkmaz:
Kêmasiya mezin, hevdîtin û peymanên wan sergirtî dibûn. Parlamento jî li derveyî vê hiştin. Bandora vê kêmasiyê îro jî didome. Naveroka hevdîtinan, bi xelkê û saziyên civakî re nehate parvekirin. Îro jî haya raya giştî ji soz û peymanên li paş deriyên girtî hatine dayîn û detalyên giring ji civînan, tune ye. Piştî lihevkirina Dolmabahçeyê, înkara hevdîtinên du salan ji aliyê Tayyip Erdogan ve, weke bahaneya ji bo hilbijartinê hate fêmkirin. Kesên pêvajo têk birine, îtîbar û baweriya xwe, ne tenê li cem kurda, her wisa li nik turka jî kêmtir bûye. Bê guman, bê îtîbariya hatiye kirin, roja hilbijartinê wê li xwediyê xwe, bi encama hilbijartina nû, bi neyênî vegere.

Pêkhatina aştiyê û vegera li qonaxa çareseriyê, çawa dikare bibe?
Cevat Korkmaz:
Vê kêliyê pêkhatina aştiyê dijwar e. Pêvajoya bi xwestina kesek an aliyekî hatibe girêdan, berepêş naçe. Hikumetek pir partî dikarîbû gavên erênî bida avêtin. Hikumetek ku MHP jî di nav de, ji bo çaraseriyên şefaf, dikarîbû bi sûd ba. Referandumek jî weke alternatîf, dikarîbû were rojevê.

Kurdên li metropolan dijîn, ji bo pêşeroja xwe, bi endîşê ne. Buyerên nexweş ku dibin, berî bibe refleksek civakî û dereng bibe, divê dînamîkên hundir, berpirsiyartiya xwe bi cî bihênin.

Di rewşek wiha de, dijwar e ku sindoqên dengdanê bêne parastin û hilbijartinek bi ewle were pê.

CHP, bi buyera Suruç ê re, xwe berpirsiyar dît û heyetek şand herêmê. MHP û AKP, xwestina Lêkolîna Meclîsê nepejirandin û qirkirina bajêr kamufle kirin.

Belê, vê kêliyê hatina aştiyê hêsan xuyanî nake. Lê li gelek welatan, pirsgirêkên bi vî rengî bi riya diyalogê hatine çareser kirin. Bi munasebata hefteya aştiyê de dixwazim vê yekê bêjim:

Divê herdu alî, dengên ji bo aştiyê bilind dibin û li dijî şer in, bibin xwe. Hêstirên dayikên ku zarokên xwe di şer de winda dikin, pêwîst e bi dawî were. Helwêsta ronakbîr û saziyên însanî ji bo aştiyê, wê bighêje encamê. Xwestina hêzên siyasî ên netewî û navnetewî ji bo çareseriyê, bi dirêjî, nikare bê bersiv bidome. Lewra hûn, kesên aştîxwaz, çiqasî dengê bilind bikin, herdu alî wê mecbur bibin dengê we ciddî bigrin. Çiqasî zexta ser wan zêdetir bikin, ewqasî hûn ê nêzî aştiyê bibin.
 
Hevpeyvîn: Z. Gabar Çiyan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar